Ana SayfaKURDISTANDi nav 3 hefteyan de 3 hezar Kurdên Êzdî ji Şingalê derketine...

Di nav 3 hefteyan de 3 hezar Kurdên Êzdî ji Şingalê derketine derveyî welat

Beşek ji gencên Şingalê dibêjn ew ji ber bêkariyê diçin derveyî welat, beşeke din jî dibêjin ew bê hêvî bûne ji başbûna rewşa wan lewma hewla çûna dervey welat didin. Li gor amarên Rêxistina Elnid di dema sê hefteyan de 3 hezar gencên Kurdên Êzdî yên xelkê Şingalê çûne derveyî welat.

Ciwanekî Kurd ê Êdzî ku karê çandiniyê dike, xwe wek bê kar dibîne, ji ber ku jiyana wî ne li gorî dilê wî ye. Ciwanekî Kurd ê Êdzî Celal Elî ku xelkê Şingalê ye beşek ji hevalên wî çûne derveyî welat. Elî dizane ku çûna derveyî welat rêyeke bi zehmet e lê çûna derve hizra mijûl dike.

Ciwanê Kurd ê Êzdî Celal Elî dibêje “Bi Xwedê kar nîne, em neçar in fikra çûna derve bikin. Bi Xwedê em dizanan qaçaxî ye û li avê re derbas dibin, mirin tê de heye, lê em neçar in biçin.”

Li çayxaneke nav bajêrê Şingalê, di nav ciwanan de babeta germ çûna derveyî welat e û behsa hokrên cude cuda dikin.

Ciwanê Kurd ê Êzdî Rizwan Dexîl got “Ez wekî gencek xelkê Şingalê eger mesele meseleya betaliyêba, ez nediçûm, eger meseleya tayînêba ez nediçûm, ege meseleya wêzîfeyêba ez nediçûm lê bi rastî ev hemû hene. Lê meseleya min ti hêviya min nema, bi rastî şiyanên min ên derûnî nemane.”

Ciwanê Kurd ê Êzdî Xidir Ebas anî ziman “Bavê di 1954an de ji dayik bûye, heta niha wî 13 salan eskerî jî kiriye lê xweşiyek neditiye. Dibêje dê xweş bibe. Piştî ku vê fermana bi serê me de hatiye, ez tiştekî nabînim hêviyek hebe bi tyabet ji bo me Êzdiyan.”

Beşek ji kesayetyên Kurdên Êzdî yên Şingalê çûna derve ya ciwanan bi jimarên berçav weke metrisî li ser valabûna deverên wan dibînin. Lê nikarin ciwanan ji çûna derveyî welat rawestînin.

Fermandê Hêza Parastna Êzîdxan Heyder Şeşo ragihand “Bi dîtina min çare ne ew e ku terka cihê xwe bidin, lê divê em çareseriyek ji van gêncên xwe re bibînin, ji ber ku wexta ev gencên me derdikevin tekez bê sebeb dernakevin. Ez di wê baweriyê de me bi sedan belkî bi hezaran derçûyên zanîngehan bin, lê îro karê rojane jî bi destê wan nakeve. Lê nayê wê wateyê ku em bêjin biçin an jî neçin, ji ber ku gava em bibêjin neçin divê ji wan re çareseriyek bibînin.”

Li gorî amarên Rêveberiya Karubarên Êzdiyan piştî Êrişa DAIŞî ya li ser Şingalê di sala 2014an bêtirî sed hezar Kurdên Êzdî çûne Dervey welat. Herwiha li gor amarên Rêxistina Elnid di dema sê hefteyan de 3 hezar gencên Kurdên Êzdî yên xelkê Şingalê çûne dervey welat.

RÛDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights