Ana SayfaGIŞTÎDi mehekê de 6 kolberên Kurd hatine kuştin

Di mehekê de 6 kolberên Kurd hatine kuştin

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan amara mehekê ya kuştî û birîndarên kolberan aşkere kiriye û ragihandiye ku di meha Sibatê de 6 kolberan canê xwe jidest dan  û 11 kolberên din jî birîndar bûne.

Li gorî rapora Hengaw, li parêzgeha Kirmaşanê 3 Kolber hatine kutştin û 6 kolberên din jî birîndar bûne.

Li parêzgeha Sine 2 kolber hatine kuştin û 5 kolberên jî birîndar bûne.

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî kolberekî canê xwe ji dest daye,

6 ji wan kolberên ku canê xwe ji dest dane, bi teqeyên rasterast ên hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine kuştin, 4 kes ji wan ji ber teqîna mînan û yên din jî ji ber bûyerên xwezayî û bûyerên trafîkê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Sala derbasbûyî 52 kolberan canê xwe ji dest dabûn û 163 kolberên din jî birîndar bûne.

Kolber dibêjin, bi sedema bêkarî û nebûna çavkaniyên din ên derbarê, neçar dibin ku berê xwe bidin navçeyên sînorî/

Li gorî amarên ne fermî yên Îranê, nêzîkî 70 hezar kes ji nişteciyên navçeyên sînorî jiyana wan li ser pevguhertina bazirganî û kolberiyê ye.

Roja Duşembiya bihorî, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bo “rêgirtin û rûbirûbûna qaçaxê” Wezareta Navxwe ya wî welatî erkdar ki, “bazarên sînorî divî bîn çalakkirin û bê rêxistinkirin”, herwiha “rêkarek ji bo rêxistina wan kelûpalan bê danîn ku kolber wan kelûpelan li ser sînor vediguhêzin.”

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights