Ana SayfaKARKERDi 6 mehên pêşiyê yên sala 2022yê de bi kêmanî 842 karker...

Di 6 mehên pêşiyê yên sala 2022yê de bi kêmanî 842 karker mirine

Li gorî rapora ku Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) aşkere kiriye, di 6 mehên pêşiyê yên sala 2022yê de, bi kêmanî 842 karker di dema karkirinê de mirine. 

Di meha Kanûna Paşiyê de 120, di meha Sibatê de 109, di meha Adarê de 121, Di meha Nîsanê de 129, Di meha Gulanê de 176 û di meha Hezîranê de 187 karker mirine. Jê 53 jin, 789 jî mêr in.

729 karker bi meaş kar dikirin ango karker û karmend in, 113 jî li ser hesabê xwe kar dikirin ango cotkar û esnaf in. 

Ji meha Kanûna Paşiyê û vir ve 5 zarokên ku temenê wan 14 û berjêrtir e, 15 zarok/ciwanên ku temenê wan di navbera 15 û 17ê de ye, di dema karkirinê de mirine. 183 karkerên ku mirine, temenê wan di navbera 51 û 64ê de ye. Temenê 58 karkeran jî 65 û berjortir e. Temenê 47 karkeran diyar nebûye. 

Ji 824 karkeran bi tenê 26 jê (ji sedî 3,08) endamê/a sendîkayekê bûn, 816 (ji sedî 96,92) karker ne endamên sendîkayan bûn. 

Karkerên ku endamên sendîkayê bûn karê metal, kîmya, tenduristî, şaredarî, maden, ragihandin, enerjî, barkirin û ewlehiyê dikirin. 

Dîsa 48 karker penaber/koçber bûn. 19 ji wan sûriyeyî, 12 afganistanî, 4 ozbekistanî, 3 îranî, 2 tirkmenistanî bûn. Her weha her yek ji belarûsî, endonezyayî, iraqî, kuweytî, rûsî, pakistanî, sirbistanî, ukraynayî û yewnanistanî jî di van şeş mehan de mirine. 

Karker bi piranî li Stenbolê mirine 

Karker li 75 bajarên Tirkiyeyê û li 15 welatan mirine:

126 karker li Stenbolê; her yek jê 31 karker li Îzmîr û Mûglayê; her yek jê 30 karker li Antalya û Kocaeliyê; 26 karker li Denîzliyê; her yek jê 25 karker li Manîsa û Mêrsînê; 24 karker li Bûrsayê; 23 karker li Kayseriyê; her yek jê 20 karker li Aydin, Dîlok û Samsûnê; her yek jê 19 karker li  Enqere û Konyayê; 17 karker li Rihayê; 15 karker li Zongûldakê; her yek jê 13 karker li Edene û Balikesîrê; her yek jê 11 karker li Meletî û Sêwasê; 12 karker li Sakaryayê; 11 karker li Hatayê; 10 karker li Çanakkaleyê; her yek jê 9 karker li Mereş û Trabzonê; her yek jê 8 karker li Semsûr, Erzirom û Rîzeyê; her yek jê 7 karker li Agirî, Êlih, Bolû, Amed, Eskîşehîr, Kutahya, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Tekîrdagê; her yek jê 6 karker li Bîlecîk, Çorûm, Duzce, Kastamonû, kirikkale û Yalovayê; her yek jê 5 karker li Bûrdûr, Çankiri, Karabuk, Ordû û Ûşakê; her yek jê 4 karker li Afyon, Karaman, Kirşehîr, Sînop û Tokatê; her yek jê 3 karker li Artvîn, Bartin, Edîrne, Gîresûn, Colemêrg, Îdir, Kirklarelî, Nevşehîr, Nîgde û Osmaniyeyê; her yek jê du karker li Aksaray, Çewlig, Isparta, Qers û Wanê; her yek jê karkerek li Ardaxan, Baybûrt, Elezîz, Kîlîs û Mûşê mirine.

22 karker jî li derveyî Tirkiyeyê mirine; Iraq, Qibrisa Bakur, Israîl, Rûsya, Azerbeycan, Brezîlya, Çîn, Domînîk, Libya, Makedonya, Malta, Misir, Ozbekistan, Erebistana Sîûdiyê û Tûnis. (HA/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights