Ana SayfaGIŞTÎDI 102YEMÎN SALVEGERA KOMKUJIYÊ DE YADKIRINA PÊŞÎN LI SULTANAHMETÊ BIRÊVE ÇÛ

DI 102YEMÎN SALVEGERA KOMKUJIYÊ DE YADKIRINA PÊŞÎN LI SULTANAHMETÊ BIRÊVE ÇÛ

Ji bo kesên di Komkujiya Ermeniyan de hatine kuştin li ber girtîgeha ku 102 sal berê rewşenbirên Ermenî tê de hatibû girtin rêûresmek hat lidarxistin û li vir balkişandin ser wî tiştî ku di encama înkara komkujiyê de mijar dibe mijareke ji “rêzê”.

Ji bo kesên ku di Komkujiya Ermeniyan de hatine kuştin li Stenbolê bernameya yadkirinê ya pêşîn li Qada Sultanahmetê çêbû.

Beşdaran xwest li ber girtîgeha ku 102 sal berê dema rewşenbîrên Ermenî hatin sirgunkirin lê hatibûn girtin û niha weke Muzeya Eserên İslamî tê bikaranîn bernameya yadkirinê lidar bixin. Lê ji ber ku li vir xebatên binesazî dihatin çêkirin bername li ber Dikilitaşê birêve çû.

Bername ya ji hêla Komisyona Li Hemberî Cudakerî û Nîjadperestilê ya Komeleya Mafê Mirovan (İHD) şaxê Stenbolê hat organîzekirin û heyetek ji nûnerên saziyên li dijî nîjadperestiyê yên Ewropayê jî beşdar bûn ku endamên Tevgera Binke ya Kesên Li Dijî Nîjadperestiyê ya Ewropayê (EGAM) û endamên Ofîsa Awropayê ya General Benevolent Union ê (AGBU/Yekîtiya Giştî ya Xêrxwazên Ermenî) jî di nava wan de ye.

Qurnefîlên Sor

Di bernameyê de pankarta ku bi zimanî Îngilîzî û Tirkî li ser nivîsa “Komkujiya Ermeniyan nas bike, lêborînê bixwaze, tazmînatê bide” hatibûn nivîsandin tevlî wêneyên rewşenbîrên Ermeniyan hatin bilindkirin. Herwiha kaxizên bi nivîsên “Ev der herêma ku sûc lê hatiye kirin e”, “Komkujiyê nas bike”, “Lêborînê bixwazê” û qurnefîlên sor hatin hilgirtin.

Abtan: Em li ba we ne

Serokê EGAMê Benjamin Abtan got ku ew di 102yemîn salvegera Komkujiya Ermeniyan de li hemberî jibîrkirinê têkoşînê didin.

Abdan diyar kir ku yadkirina kesên di Komkujiya Ermeniayan de ji bo têkoşîna demokrasiyê girîng e û wiha got, “Merc çi dibin bila bibin, em li ba wan kesan in ku têkoşîna demokrasiyê didin û ligel yên di Komkujiya Ermeniyan de hatine kuştin yad dikin”.

Komisyona İHDê: Dawî li înkarê bînin

Li ser navê Komisyona İHDê Meral Çildir metna bultena çapemeniyê xwend.

“Em îro di 24ê Nîsaneke din de qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan yad dikin, em weke neviyên failan şerma xwe tînin ziman û dibêjin ku ‘Dawî li înkarê bînin’. Her wiha ew tişt wezîfeya me ye û divê em bibîrxînin ku di heman demê de Suryanî jî û ji 1914an destpê bike heta 1923êyan Rûmên Asyaya Biçûk û yên Pontusê jî ji hêla dewleta Osmaniyan û paşê jî ji hêla tevgera Kemalîst ve rastî komkujiyê hatine”. (BK/FD)

 

Bianet

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights