Ana SayfaGIŞTÎDEMIRTAŞ PÎROZBAHÎ LI PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ KIR

DEMIRTAŞ PÎROZBAHÎ LI PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ KIR

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş pîrozbahî li Platforma Zimanê Kurdî kir ku 9 partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê ji bo parastina zimanê Kurdî ava kirin.

 

Selahattin Demirtaş li Girtîgeha Edîrneyê bi destxetê xwe pîrozbahiyek belav kir û di peyama xwe de ragihand: “Bi biryara partiyên Kurdan di heqê zimanê me yê mader de girtî ku bi hev re bixebitin, ez pir kêfxweş bûm.”

 

Demirtaş bal kişande ser giringiya bikaranîna zimanê Kurdî û got: “Ji bo zimanê Kurdî di warê perwerdeyê, aboriyê, jiyana civakî, siyasî de bê bikaranîn û bêasteng û azadene bikeve di hemû warên jiyanê de, her çi xebatek ya hûn di vê mijarê de bikin, ez dê bi dil û can piştgiriyê jê re bikim.”

 

Selahattin Demirtaş diyar kir: “Ez hêvîdar im ku ev helwesta yekgirtî ya di vê mijarê de bibe pêngavek bo xebata di gelek warên din de jî Ez jî di zindanê de bi kelecaneke mezin xebata li ser zimanê Kurdî berdewam dikim. Ji dil û can we teva slav dikim, hûn her hebin.”

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistana-Tirkiyê (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-B), Partiya Azadî û Sosyalîst (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) yên Bakurê Kurdistanê roja 29-10-2018an li Amedê hatin ba hev û Platforma Zimanê Kurdî ava kirin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights