Ana SayfaSIYASETDemirtaş ji desthilatê re: Kurd şimaqa we ji bîr nakin

Demirtaş ji desthilatê re: Kurd şimaqa we ji bîr nakin

Doh 18ê Berfanbara 2022an li navçeya Kadikoy a Stenbolê polîsan destewerdana meşa “Nobeta Edaletê” kir û di dema çalakiyê de polîsekî şimaqek li Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encû xist.

Di serî de partiya wî û gelek kesan nerazîbûn nîşanî helwêsta polîsan a li hember Ferhat Encu da.

Selahattin Demirtaş jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nerazîbûn nîşan da û ragihand, “Demeke dirêj e ev desthilata ku heta qirikê ketiye nav tawan û gemarê hedê xwe derbas kiriye. We hîn şimaq nedîtine. Li benda sindoqê bin em ê nîşan bidin.”

Demirtaş her wiha got, “Kurd êrîşa we ya li ser dayikên me û şimaqa ku li Ferhat Encu ketiye ji bîr nakin.”

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights