Ana SayfaGIŞTÎDEMÎRTAŞ: NE HDP DIVÊ ÎQTIDAR HESAB BIDE GEL

DEMÎRTAŞ: NE HDP DIVÊ ÎQTIDAR HESAB BIDE GEL

Selahattîn Demîrtaş têkildarî operasyona Garê daxuyanî da û got: “Berpirsiyargirtina HDP û muxalefetê xafilî ye. Yên ku hesab bide gel, îqtidar e.” 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê girtî tê darizandin têkildarî operasyona Tirkiyê ya li Garê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da. 

Daxuyanî ango twitên Demîrtaş wiha ne: “Qetilkirina 13 însanên me yên di destê PKK’ê de şermezar dikim. Ez êşa malbatan bi dil û can parve dikim û sersaxiyê ji wan re dixwazim. Ez ji ber tiştên qewimîne gelek bi xemgîn im. 

Li şûna rêyên dîplomatîk, di encama operasyona bi armanca şova siyasî hatiye kirin de trajediyek derket holê. Berpirsiyargirtina HDP û muxalefetê jî xafilî ye. Yên ku hesab bide gel, îqtidar e. 

Ya esil ew e ku di her şertî de li dijî sîleh, tundî û şer were derketin û pêkanîna aştiyê ye.” 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights