Ana SayfaGIŞTÎDadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin

Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin

Di Newroza 2017’an a Amedê de polîsan xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê 23 salî ku xwestibû tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibe di ketina qadê de kuştibûn. Dadgeha Îstinafê, biryara tazmînatê ya Dadgeha Îdare ya 3’yan a Amedê bi hêceta dijî hiqûqê ye di meha Çileyê de xera kiribû û îdia kiribû ku Kemal Kûrkût “çalakgerekî êrişkar” bûye. Dadgehê biryar dabû ku cinayet “di çarçoveya qanûnan de” pêk hatiye û biryar dabû ku tazmînat neyê dayîn. Biryareke wisa di doza polîsê bersûc Yakûp Şenocak jê tê darizandin de hat dayîn. 

HÊCETA XERAKIRINÊ MATMAYÎ HIŞT

1’emîn Daireya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê ku li dijî biryara beraetê ya 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derbarê polîsê bersûc Şenocak de dabû lêkolîn dike, kuştina Kûrkût ya “di çarçoveya qanûnan de ye an ne di çarçoveya qanûnan de ye” ji niqaşê re vekir. 1’emîn Daîreya Cezayê diyar kir ku dadgeha herêmî ku darizîne divê biryara beraetê ya derbarê polîsê bersûc de li ser vê yekê ava neke, weke kemasiyeke li dijî esasê qebûl bike û biryar xera kir. 

Dadgeha Îstînafê di biryara xwe de îdia kir ku kiryarên mirin û kuştinê yên ku di şert û mercên mecbûrî yên di xala 17’emîn a Destûra Bingehîn a ku “mafê jiyanê sererast dike” de pêk tên, wek binpêkirina mafê jiyanê nayên dîtin.

CÎNAYET DI ÇARÇOVEYA QANÛNAN DE HAT KIRIN

Dadgehê bal kişand ser xala 24’emîn a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) ku dibêje “Ji kesekî hukmê qanûnan pêk anîn re ceza nayê dayîn” û xala 16’emîn a Qanûna Salahiyet û Wezîfeyê ya Polîsan û îdia kir ku kuştina Kûrkût di çarçoveya qanûnan de pêk hatiye. 

YÜKLENEN SUÇ HUKUKA AYKIRIMIŞ! 

Dadgeha dereceya ewil derbarê polîsê bersûc de biryara beraetê dabû. Dadgeha Îstînafê ku li ser raporên Saziya Tiba Edlî û Buroya Krîmînal a Netewî ku dibêjin Kûrkût bi guleya ji erdî hilpekiya ye jiyana xwe ji dest daye sekini, îdia kir ku beyî ku bikaranîna çekê ya polîs Yakûp Şenocak were niqaşkirin, sûcdariya Şenocak “li dijî qanûnê ye.” Dadgehê biryar da ku polîsê bersûc “bi tu awayî nikare were cezakirin”. 

BI YEK DENGÎ BIRYAR GIRTIN

Dadgehê parast ku ji ber ne diyar e ku sûc ji aliyê bersûc ve hatiye kirin, biryara beraetê bi hêcetên kêm hatiye dayîn û ev jî “li dijî hiqûqê ye”. Dadgehê bi yek dengî biryar da ku biryara beraetê were xerakirin.

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights