Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊAYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît 

AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît 

Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), serlêdana têkildarî binpêkirina mafê jiyanê yên kesên di qedexeya derketina derve ya di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Cizîra Şirnexê hat ragihandin jiyana xwe ji dest dan, biryar da. AYM’ê serlêdanê wek “nayê qebûlkirin” dît û binpêkirina mafê welatiyên hatine qetilkirin ji nedîtî ve hat. 

AYM di biryara xwe de gotiye ku di kuştina welatiyan de “binpêkrina mafê jiyanê” nîne.

DEMÎR: LI GORÎ BÎRDOZIYA FERMÎ YE 

Ji parêzerên dosyeyê Ramazan Demîr biryarê nirxand û bi bîr xist ku AYM’ê têkildarî mirina biryara “binpêkirina mafê jiyanê” nebûye daye û got: “Yanî dibêjin ev mirov bi awayek li gorî hiqûqê hatin kuştin. Kurt û kurmancî wisa dibêjin. Ji bo darazê tişta ku dewlet bêje esas e. Ev biryar li gorî bîrdoziya fermî ya dewletê hatiye dayîn. Mirov dikare bêje AYM bi vê biryarê re bûye nîqaşa ku ka saziyek qanûna bingehîn e yan na.” 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights