Ana SayfaSIYASETÇima "komunîzm" û "sosyalîzm"?

Çima “komunîzm” û “sosyalîzm”?

Jîr Çîyayî / Nivîskarê mêvan

Ji bo mirov ji sosyalîzm û komunîzmê baş fêm bike divê mirov berê xwe bide dîroka sosyalîzm û komunîzmê. Berî avabûna dewletan civak bi awayekî xwezayî “komunal” bû. Her tişt bi hişmendîya komunalbûnê birêve diçû. Wekî mînak klan ji aliyê jineke “zana” ve birêve diçû. Di klanê de dema yekî xwarin zêde bixwara an jî hîleyek bikira ew ji hêla wê jinê ve dihat cezakirin. Ji klanê dihat dûrxistin.

Civakên dema neolîtîkê ji xirabiyan dûr bûn. Her tişt hevpar bû. Milkiyeta taybetî tune bû. Her tim koçber bûn. Piştî dîtina genim ji bo zeviyên xwe biparêzin gund ava kirin.. Piştî bicihbûna li gundan roj bi roj ji hişê hevparî û wekheviyê dûr ketin. Ji bo genim û zadê xwe embar çêkirin. Hin mirov hilbijartin û dane li ber embaran. Ev yek bû sedema xirabûna wekheviyê. Çimkî bi vî awayî yên li ber embaran xwe ji mirovên din mezintir hesibandin. Ev yek bû sedema pêkhatina çîna / sinifa. Digel vê yekê li ber embaran perestgeh ava kirin. Mirovên di van perestgehan de xwe ji gel mezintir hesibandin.. Ew bûn rêberên olî yên civakê.

Roj bi roj wekheviya civakê xirabtir bû. Gund mezin bûn, bajar ava bûn. Êdî ji bo xwe biparêzin saziya leşkertiyê damezrandin. Ev yek destpêka ketina jinan bû. Mêra bi vî awayî şîdet bi pêş xist. Dezgehên dewletê ava kirin.

Piştî avabûna dewletan şîdet, kuştin û zirardayîna xwezayê destpê kir. Êdî di serî de jin û xweza bûn hedefa mêran. Çi ji destê wan hat kirin. Êdî civaka komunal a seretayî cihê xwe da civaka koledar.

Li gorî Karl Marks mirovahî ji pênc cure civakan pêk tê. Civaka komunal a seretayî, civaka koledar, civaka feodal, civaka kapîtal û civaka komunîst. Li gorî Marks divê mirovahî civaka komunal a seretayî û civaka niha sentez bike. Rizgarbûna civakan bi vê yekê ve girêdayî ye. Helbet di vir de Marks balê dikişîne li ser wekhevîbûn û kolektifbûna wê serdemê.

Bêguman civakên bi ruhê kolektîf tevdigerin di qada huner û çandê de berhemên hêja diafirînin. Çimkî bi hêza xwe radibin.Lê civakên takekesî û kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe huner û çandê bi kar tînin.

Têbinî: Li gorî Marks sosyalîzm qonaxa yekem e, ango qonaxa jêrîn a komunîzmê ye. Li aliyê din komunîzm qonaxa jor û dawî ya civaka komunîst e.Marks sosyalîzmê weke qonaxeke derbasbûna civakeke komunîst a bêçîn difikire,  tê de formên dewletê yên heyî êdî ne hewce ne.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights