Ana SayfaKURDISTANCenazeyê 9 koçberên Kurd li Kobaniyê hatin veşartin

Cenazeyê 9 koçberên Kurd li Kobaniyê hatin veşartin

Termên koçberên Kurd piştî zêdetirî ji mehekê ji Cezayirê gihiştin Minbic û piştre bo bajarê Kobanî hatin şandin û li bajarê xwe Kobanî bi axê ve hatin spartin.

Kesûkarê qurbaniyekî gundê Şêranê di dema dema veşartina de got “Divê em weke mazûvan xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ji ber ku ji bav û kalê me de ji Şêx Seîd, ji Qazî Mihemed tarîxa me bi nivîsa reş hatiye nivîsandin. Divê em li şehîdên xwe xwedî derkevin, li ser navê gundê Şêranê spasiya herkesê ku bû sebep ku şehîdên me gihandin axa wan dikin.”

Cenazeyên Koçberan berya du rojan ji Cezayirê berev Qeterê bi rê ketin, duh ji Qeterê gihiştin Beyrûta paytexta Libnanê, derengî şevê jî Xaça Sor ya Libnanî ew term radestî Heyva Sor a Sûrî kirin, îro jî ew terim ji bajarê Helebê bo Kobanî hatin şandin.

Rojên 3 û 4  meha borî 2 belem Koçberên Rojavayê Kurdistanê ku piraniya wan xelkê Kobanî bûn di navbera Cezayir û Îspanyayê de niqûm bû, piştre termên 12 koçberan hatin dîtin û heta niha jî çarenivîsa 5 ciwanên Kobanî ne diyar in, di wan herdu beleman de tenê 4 kes rizgar bûn.

Li gel termê van 9 koçberan, termê koçberekî Laziqiyê hebû, ku ji bo bajarê wî hate şandin

Hîn cenazyên 2 koçberên Kobanî li Cezayirê mane, biryare di çend rojên bê de ew jî ji bo Kobanî bên vegerandin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights