Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊDadgeha Bilind Cezayê Canan Kaftancioglûyê pesend kiriye

Dadgeha Bilind Cezayê Canan Kaftancioglûyê pesend kiriye

Dadgeha Bilind cezayê li Seroka CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu hatibû birîn, pesend kiriye.

14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji ber parvekirinên wê yên li ser medya civakî 9 sal 8 meh cezayê girtîgehê li Canan Kaftancioglû, Seroka Bajarê Stenbolê ya Partiya Gel a Komarî(CHP) birîbû. Dadgeha Bilind jî ji vê cezayê 4 sal û 11 meh pesend kiriye.

Dadgeha Bilind cezayê 3 ji 5 sûcdariyên li Kaftancioglû ku ji ber parvekirinên medya civakî cezayê girtîgehê lê hatibû birîn erê kiriye. Cezayê giştî yê sê sûcdariyan 4 sal û 11 meh in.

Kaftancioglûyê bi tohmetên ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’, ‘heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye’, ‘heqareta li serokomarî kiriye’, Komara Tirkiyeyê piçûk xistiye’ û ‘gel teşwîqî dijminahî û nefrete kiriye’ ceza stendîbû.

Kiliçdaroglû bang li parlamenteran kiriye

Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê CHPê piştî biryarê bang li tevahî parlamenterên partiya xwe kiriye û gotiye demildest berbi avahiya me ya Serokatiya Bajarê Stenbolê birêkevin.

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights