Ana SayfaJINEndamtiya Canan Kaftancioglûyê ya CHPyê betal bûye

Endamtiya Canan Kaftancioglûyê ya CHPyê betal bûye

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind, îro biryar daye ku endamtiya Canan Kaftancioglûyê ya partiyê betal bibe. Dadgeha 37an a Cezayê Giran a Stenbolê 4 sal û 11 meh cezayê girtîgehê dabû Kaftancioglû Dadgeha Bilind jî ev ceza pesend kiribû û biryar dabû ku Kaftancioglû nikaribe siyasetê bike.

Piştî cezayê wê pesend bûbû, Kaftancioglû hefteya borî şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê, lê piştî karûbarên wê yên fermî, ew bi serbestiya kontrol ji girtîgehê derketibû.

Piştî betalkirina endamtiya wê, heta cezayê lê hatiye birîn bi rengekî fermî biqede, paşê wê Serokatiya wê ya rêxistina bajarê Stenbolê ya CHPyê bidawî bibe.

Lê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî gotibû, “Em biryara qedexekirina ji siyasetê qebûl nakin, em dadgehê qebûl nakin. Canan Kaftancioglû, seroka me ya bajarê Stenbolê ye. Noqte.”

Kaftancioglû: Fêdeya tirsa wan nîne

Kaftancioglû, piştî vê biryarê, îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsiye:
“CHP ne li buroyên hiqûqê, bi rihê Kuvayî Milliyeyê li qadên şer hatiye avakirin. Endamtiya Partiay Gel a Komarî karê baweriyê ye, ji dil û ceger e, ji kedê ye. Heta ku ew bawerî, ew dil û ceger û ew ked bi me re hebe, tiştên din vala ne…Me gotibû çi? Fêdeya tirsa wan nîne!” (HA/FD)

Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights