Ana SayfaKURDISTANBERXWEDANA KOBANÊ Û RASTİYA WÊ

BERXWEDANA KOBANÊ Û RASTİYA WÊ

 

Bi rastî li ser berxwedana Kobanê her mirov gotinek wî heye û ew ê hebe jî. Di vê pêvajoyê de ez bawerim ku di sedsala 21an de dê bi taybetî li ser Kobanê û bi gelemperî li ser Kurd û Kurdistanê nîqaş û şîrove bên kirin û di qada dîplamasiyê de ew ê di rojevê de bimîne. Me got her mirov di derheqê Kobanê de ew ê gelek tiştan bibêje, binivîse û şirove bike. Em jî wek partî 07.02 .2015 yan de li Meletiyê civîna lijneya rêxistinê de pêvistî dan nîşan kirin ku di avakirina Kobanê de em wekî partî li gor hêza xwe cih bigrin. Biryar hat girtin ku divê sê heval li Kobanê lêkolînekî bikin û li Kobanê bi rêveberiya Kobanê re hevdîtin çê be, daxwaz û nêrînên wan hevalan jî were girtin. Li ser vê biryarê ez û hevrê Hesen Firat di 18.02.2015 yan de bi alikariya Şaredariya Pirsûsê derbasê Kobanê bûn. Bi rastî ew roj hestên min tevlihev bûn, ji aliyekî de dilşadî, ji aliyê din ve jî dema ku em ketin Kobanê, me ji xwe û mirovahiyê şerm kir. Ne ku ez komunîstekî kurd bûm min şerm kir, bawer im mirovekî bi qasê serê derziyê hestên mirovahiyê pê re hebe, dê ew jî wek min ji mirovahiya xwe şerm bikira. Ev tê vê wateyê ku peywir û berpirsiyariya Kurdan û saziyê navneteweyî hê nû dest pê dike. Berxwedana Kobanê çi derfet derxist holê: Di dîroka Kurdistanê de gelek caran berxwedan çê bûne, berdêlên giran jî dane, ev berxwedan tev jî, ji bo me pîroziyên wan hene, lê ji bo min Kobanê rûmeta Kurdan e û serkeftina Kobanê li çar parçeyên Kurdistanê û ji bo Kurdên diyasporayê jî serbilindiyek herî mezin e. Di dîroka Kurdan de gelek caran berxwedan çê bûne, qehremaniyên mezin jî hene. Lê Kobanê wateya wê cude ye. Ji bo çi cuda ye, ez dixwazim vanan bînim ziman.

  1. Tiştê herî girîng li Kobanê şerê hebûn û nebûnê hatiye dayîn, îro navenda Kobanê û gundên ku pê ve girêdayî ne rizgar bûne, lê gelê Kurd sondxwariye ku divê DAİŞ li ser axa Rojava û Başûr nemîne, ev helwestek girîng û pîroz e.
  2. Di Siyaseta Kurdîstanê de tiştên ku heya îro nikaribûn di pergala navneteweyî da pirsgirêka Kurdîstanê bixînin rojeva cîhanê, lê îro bi Hukumeta Başûr li ser bûyerên Şengalê û Kobanê da tifaqek jixweber di nav Kurdan de çê bû. Ji bo qada şer de ev ji ber xwe tifaq hate ava kirin, bala cîhanê kişand ser xwe, ne tenê hêzên qoalîsyonê, saziyên navneteweyî jî û aktîvîstên ku di cîhanên de tên naskirin, wan jî piştgirî dan Kobanê. Ev cara yekeme ku der û dorên piralî û navneteweyî bala wan li ser Kurdan çê bûye.
  3. Peymana Duhokê ji çend aliyan de girîngiyên wê yên dîrokî hene, ji van xala yekem bo yekîtiya Kurdan herî elzeme. A duyemîn pirsgirêka Kurdistanê di rojhilata navîn de Kurd ketin denklema siyasetê û qada dîplamasiyê. Ne tenê Başûr, Rojava jî îro bi dewletên Evrupayê re têkiliyan datîne. Van xalên ku me li jor rêz kirin derfet û destkeftên Kobanê û Kurda ne. Lê divê bê zanîn ku peywir û berpirsiyariyên me ji vir şûn de dest pê dikin.

Wezîfe û Berpirsyariyên me Kurdan:

Divê rewşa Kobanê ya niha zelal were fêmkirin, li nav Kobanê û gundên ku bi wê ve girêdayî ne rizgar bûne, li derveyê wê, hîn li sê eniyan DAİŞ heye û şer berdewam e. Di eniya çaremîn de Tirkiye heye û piştgiriya DAİŞ ê hêna berdewam e. Rêvebiriya Kobanê vekirî tînin ziman û dibên ji bona vê yekê jî, em sînorên Tirkiyeyê zêde girîng dibînin û parastina xwe alî Tirkan de xurt digrin. Ev bi serê xwe rewşa Rojava nîşan dide ku, ew ê hîn pirr di rojeva Kurdîstanê de bimîne. Ev tê vê wateyê ku, ew ê di rojavayên Kurdîstanê de şer hêna demekî dirêj berdewam bike. Li alîkî de jî pêdivî bi avakirina Kobanê dest pê bike.

  1. Carek bajarê Kobanê ji % 80ê hatiye ruxandin û saziyên fermî, av, elektirîk û hwd nemaye, ji xwe ana nêzîkê deh hezar mirov li nav Kobanê dijîn.
    Ev jî bi tirafoyên biçûk û bi bîran pêvistiyên xwe hal dikin. Wezîfe û Berpirsyariyên me Kurdan û hemû kesên hestiyar divê di ava kirina Kobanê de cîh bigrin.
    Ji bo avakirinê li çend welatên Ewropayê saziyên sivîl, bi rêvebiriya Kobanê re hevdîtin pêk anîne û pêşniyariyên xwe yên şênber jî kirin e. Lê ji bo vê pêvajo dest pê bike, pêvist e ku deriyê Murşîtpinar ji bazirganiyê re were vekirin. Ji bo vê yekê jî, wezîfe û berpirsyariyên siyaseta Kurdistanê derfeta dîplamasiyê bi kar bînin.

2.Herî girîng li Bakurê Kurdîstanê de bi helwestekî hevbeş li ser dewleta Tirk, Bandorek polîtîk were dayîn ku derî bi fermî were vekirin.

  1. Divê rêxistinê Kurdan di vê pêvajoya dîrokî de ferqî di navbera parçeyên Kurdîstanê de nekin û bi tevayî de xwe bi wezîfe û berpirsyar bibînin.

 

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights