Ana SayfaÇAND HUNERBELGEFILMA ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ SIBÊ DÊ BÊ WEŞANDIN

BELGEFILMA ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ SIBÊ DÊ BÊ WEŞANDIN

Belgefilm sibê 15ê Gulanê di Roja Cejna Zimanê Kurdî wê li Stenbolê bê weşandin.

Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê 30ê Berfanbara 2016an, bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan ku piştî Hewldana Derbeya 15ê Tîrmehê hate derxistin de hatibû girtin.

Derhêner Kerem Tekeroglu belgefilamek bi navê “Şûr û Qelem” amade kir  ku tê de çîroka damezrandina enstîtûyê tê vegotin.

Belgefilm sibehê 15ê Gulanê roja Cejna zimanê Kurdî de dê li Salona Konferansê ya Odeya Tabîban ya Stenbolê bê weşandin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18ê Nîsanê 1992an de bi pêşengiya hinek rewşenbîrên wekî Musa Anter, Feqî Huseyin Sagniç, Cemşid Bender, Ismail Beşikçi, Ibrahim Gurbuz hate avakirin. Serokê pêşîn ê Enstîtuya Kurdî Musa Anter e.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights