Ana SayfaNIVÎSKARÊNBê ziman jîyan nabe! Hewcedariya Kurdan bi zimmanek hemdemî heye!

Bê ziman jîyan nabe! Hewcedariya Kurdan bi zimmanek hemdemî heye!

Nivîs: Abuzer Bali Han*

Milet (netewe) bê ziman nabe! Gelê Kurd bi zimanê Kurdî hebûna xwe diparêze! Zimanê Kurdî jiyana Kurdan e! Ziman, bingeha hebûna netewî (millî) ye. Bes ew ne tenê nifta  dev e! Ziman nifta (kilîta) dilan e, hebûna gelan e! Ji bo vê ye, ku bê ziman, bi teybetmendiya xwe bê zimanê dayîkê jiyanek baş hemdemî domandin ne mimkun e!..

Her welat bi zimanê xwe têye bi nav kirin û bi zimanê xwe ew têye nasîn û nasandin. Bi ziman her tişt têye xemilandin. Zimanê Kurdî wek ala (beyraq) Kurdan e!… Di roja „Zimanê zikmakî ya cîhanê“ de li Amed û seranserî bajarên Kurdistanê Kurdan hemiyan bi hevra bang kirin: “Bê ziman jiyan nabe!..“ Bi hevra hemî Kurd qîrîn xwesteka dilê xwe nîşan dan!..

Bes Tirk tenê ne, hemî cihan dizanin ku welatê Kurdan Kurdistan e! Kurdî jî zimanê wan e. Kurdî zimanek di nav zimanên Hîndo-Ewrûpeyî de ciye xwe digire. Zimanên di nav ew malbeta zimanên cîhanê de cih digirin hemî gelek dewlemendin. Yên dibêjin zimanê Kurdî nîn e! Kurdî jar û lewaz e! Yên li ser înkarkirina Kurdan hebûna xwe dixwazin biparêzin û avabikin û dewlemendiya Kurdan ya dîrokî dixwazin tevî hebûna xwe bikin. Ew ne rast e! Ew xwesteka wan qet tucaran bi cîh naye!  Yên dixwazin çand û hebûna Kurdan xwedî derkevin û wê bikin hebûna xwe, bes ewna neyar û dizên qirêj in! Dema hemî Kurd çand û zimanê xwe xwedî derkevin, neyar tu caran nikarin ku zimanê Kurdî ji holê rabikin!..

Bi helbesteka dilê xwe, ez dixwazim zimanê Kurdî wusa bihunim û ji xwendevanan re diyarî bikim…

ZIMANÊ KURDÎ

Zimanê Kurdî, ew zimanê me ye,

Bi dewlemendiya xwe nam daye!

Her gotinek xwe pir zerîf û delal e,
Zimanê dayîkê ji Kurdan re helal e!..

Kurdî bi ferhenga xwe wek behr e,
Her gotinek xwe zêr, zîv, cewher e.
Kî dibê Kurd nizanin, ew pir dizanin,
Lê çi bikin,  îro ew bindest û xizan in!..

Zimanê Kurdî dûrî (mercan) yekta ye,
Bi her dûra xwe cîhanê wê deng daye.
Çi zaravayê xwe hene, hemî bi xwe ye,
Kurd Kurmanc in, Kurmancî jî Kurdî ye.

Kurdî bi zaravayên xwe ew pir xweş e,
Îro di rêya nivîsa hevbeş de ew dimeşe.
Bila zarava bi yek zimanî serkevin!..
Her ew in, Kurd bi Kurdî netew in!

Netew li dinê hemî wekl hev in,
Bes faşîst û rasîst ew tev hev in.
Yên ku Kurd jar û pêrîşan dikin,  
Her ewna neyarên kolonyalîst in!

Di roja me de çi eşîr e û çi êl e,
Hêdî keko bes e, dubendî bihêle!
Dema hêzên netewî em nebin yek,
Azad bûn ne mimkun e, tek û tek…

21.02.2024

 *Araştırmacı Yazar

Not: Sitemizde yaşanan teknik bir sorun nedeniyle yazıyı zamanında yayınlayamadık. Yazarımızdan ve okuyuculardan özür dileriz.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights