Ana SayfaGIŞTÎBAYIK: ÇIMA BARZANÎ LI MEXMÛRÊ SPASIYA 'GERÎLA' KIR?

BAYIK: ÇIMA BARZANÎ LI MEXMÛRÊ SPASIYA ‘GERÎLA’ KIR?

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayik derbarê hebûna endamên wan li Kerkûkê ji Al-Monitorê re axivî.

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayik got ku “‘gerîla’ dê ji Kerkûkê dernekevin û dê li gel pêşmergeyan bajarî biparêzin”.

Li gorî nûçeya rojnewsê, Bayik ji bo rojnameya Al-Monitorê axiviye û gotiye: “Dema DAIŞê êrîşê Herêma Kurdistanê kir nîvê Hewlêrê vala bû. Kerkûk jî rû be rûyê metirsiyê hat, gelê Silêmaniyê nerehet bû. Ji ber vê, li ser bangawaziya gelê Kerkûk û Silêmaniyê ‘gerîla’ çûn Kerkûkê.”

“ÇIMA BARZANÎ SPASIYA GERÎLA KIR?”

Herwiha Bayik diyar kir ku çûna şervanên wan bo Kerkûkê bi lihevkirinekê pêk hatiye û derbarê mijarê de wiha axivî: (‘gerîla’  Hem jî bi al û çekên xwe çûn. Eger berê bi al û çekên xwe derbas bibûna herhal dê destûrê nedabayê. YNK berê ji bo xebatên siyasî jî destûrê nedida, dikarî çûyîna ‘gerîla’ ya Kerkûkê jî astengkiriba lê nekir. Ji ber çûyîna şervanan ya Kerkûkê her kes kêfxweş kir. Çawa ku berxwedana Mexmûrê moral da gel û nehişt Hewlêr vala bibe, çûyîna Kerkûkê jî moral da gelê Silêmaniyê. Her wisa êrîşa DAIŞê ya ser Kerkûkê asteng kiriye. Çima Mesûd Barzanî çû Mexmûrê û spasiya ‘gerîla’ kir?”

Derbarê şêwaza mayîna endamên PKKê li Kerkûlê û têkiliya wan bi pêşmergeyan re jî, Bayikî wiha got: Hebûna PKKê, ya şervanan li Kerkûkê hebûna parastina gel ya li Herêma Kurdistanê ye. Parçeyeke ji hêzên din yên xwerparastinê yên herêmê ye. Jixwe li Kerkûkê bi pêşmergeyan re li rex hev dimînin. Di êrîşa li ser Kerkûkê de, wan bi hev re êrîşa DAIŞê şikandin.”

‘ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN DIMEŞE’

Ji aliyê din ve, Hevserokê KCKê diyar kir ku şervanên wan dê li Kerkûkê bimînin dê jê dernekevin û wiha pê de çû: Niha Şerê Cîhanî yê Sêyêmîn li Rojhilata Navîn dimeşe, hevsengên berê hilweşiyane. Hevsengên nû zelal nebûne. Hîn jî ne diyar e bê rewşa Herêma Kurdistanê dê çawa bibe. Rewşa Kerkûkê jî ne diyar e. Ji lewma hêzên gerîla weke hêzên parastina gelê Kurd, tevî pêşmergeyan heya şerê Cîhanî yê Sêyemîn bi dawî bibe, heya rewşa Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê zelal bibe, wê bi berpirsyariyên xwe rabe û divê rabe jî.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights