DESTPÊKKURDISTANBARZANÎ; MALÎKÎ BIBE SEROKWEZÎR EZ Ê SERXWEBÛNÊ RAGIHÎNIM!

BARZANÎ; MALÎKÎ BIBE SEROKWEZÎR EZ Ê SERXWEBÛNÊ RAGIHÎNIM!

Şirovekarekî siyasî dibêje, Barzanî dizane dema Nûrî Malikî bibe serokwezîr şer di navbera Iraq û Kurdistanê de derdikeve lewma dibêje “eger Malikî bû serokwezîr ezê yekser serxwebûnê ragihînim”.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji rojnameya erebî ya Şerq el Ewset re gotiye, eger Nûrî Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê ezê yekser serxwebûnê ragihînim û guh nadim ti kesî. Ji ber ku em naxwazin di bin fermana Malikî de bijîn.

Li ser van gotinên Barzanî, şirovekarê siyasî Dr. Midhet Silêman ji BasNewsê re got, helbet di serdema Nûrî Malikî de gelek zilm li Kurdistanê hat kirin, gefa bikaranîna hêz li dijî Kerkûk û Xaneqînê hat xwarin, bûdceya Kurdistanê hat qutkirin, pişka kurd di hikûmeta Iraqê de hat zeftkirin.

Dr. Midhet Silêman her wiha got, Nûrî Malikî bi wan reftar û siyaseta xwe nîşan da ku Sedamekî din e. Barzanî dizane eger Malikî bibe serokwezîr dê şer di navbera Kurdistan û Iraqê de derkeve lewma dibêje “eger Malikî bû serokwezîr ezê yekser serxwebûnê ragihînim û guh nadim ti kesî…”

Wî şirovekarê siyasî anî ziman ku Malikî dê piştî şerê Mûsilê ereban li dijî Kurdistanê gij bike û dê hewl bide DAIŞê li Xurmatû, Amirlî û Kerkûkê bilivîne û bikar bîne. Ji ber wê jî divê Kurdistan sînorên xwe qahîm bike. Em hemû dizanin ku çend welatên herêmê dixwazin Malikî gij bikin.

 

GOTARÊN DIN ÊN NIVÎSKAR

İktidar için çıkmaz sokak: KAYYUM! 

Dergimizin 15. sayısını çıkarmanın sevinciyle tekrar merhaba... 

Yeni Kitap: Derin Devlet ve Organları: Teşkilât-ı Mahsûsa 

Yazarımız Sayın Hüsnü Gürbey’in yeni kitabı okurlarıyla buluştu. Babek yayınlarından çıkan kitap “Derin Devlet ve Organları: Teşkilât-ı Mahsûsa” adı ile yayınlandı.

8 Mart’ta Küresel Direniş: Kapitalizm ve Patriyarkaya Karşı Mücadele Sokaklarda Yükseldi 

8 Mart Dünya Emekçi Kadınlar Günü’nde dünya genelinde binlerce kadın ve LGBTİ+, kapitalist patriyarkal sistemin yarattığı eşitsizliklere, cinsiyetçiliğe ve şiddete karşı sokaklara çıktı.
Verified by MonsterInsights