Ana SayfaGIŞTÎBARZANÎ DIGEL AHMET TURK Û SIRRI SAKIKÎ CIVÎYA

BARZANÎ DIGEL AHMET TURK Û SIRRI SAKIKÎ CIVÎYA

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî digel Ahmet Turk û Sirri Sakikî civîya. Sakikî diyar kir li ser vegera li rûhê 2013ê ew axivîne.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî digel hevserokê berê yê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk û hevşaredarê Şaredariya Agiriyê, Sirri Sakikî civîya.

Sakikî eşkere kiriye ku ew li ser “çawaniyên vegera rûhê 2013ê” axivîne.

Sakik bi Ozlem Akarsûyê re ji bo Gazete Duvarê axiviye.

“Her kes di fikarê de ne”

“Tiştê ji beriya hertiştî em lê difikirin ev e: Ka em ê vî welatî çawa ji vê rewşê derbêxin. Her di fikarê de ne ku bi hatina biharê çêdibe pêvajoyeka dî ya herikîna xwînê dest pê bike.

“Hem dîyalogeka baş a Barzanî digel hiikûmetê heye hem jî di civakê de hirmeta wî tê girtin.

“Ew gihane aştiyê divê em jî bigihinê.

“Daxwaza gelên Tirkiyeyê ye ku ew bikare piştgiriya meşandina pêvajoyeka bi vî rengî bike.

“Vegera li rûhê 2013ê dê çawa be”

“Ji 2013ê ve Barzanî kesek e ku alîkarîya wî gihaye pêvajoyê. di vê demê de dîsa li welatê me pevçûn hene. Hin erkên Barzanîyî çêdibin.

“Barzanî digel serokkomarî civiyaye û dê bi serokwezîrî re jî bicive ez texmîn dikim ku bi rayedaran re jî li ser van mijaran hatiye axiftin.”

(EKN/MB)

BİAnet

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights