Ana SayfaCÎHANBanka Cîhanî: Ji ber keşûhewayê dê 19 milyon kes ji Bangladeşê koçber...

Banka Cîhanî: Ji ber keşûhewayê dê 19 milyon kes ji Bangladeşê koçber bibe

Bajarokê Mongla yê Bangladeşê, berê gelek caran ji ber lehiyê karesat lê çêbûne û xelkê wê neçar mane koçber bibin. Lê niha ji ber hikûmetê pere li jêrxana wê xerc kirine, berovajiya caran xelk berê xwe didin vê derê.

Li wir bazarek bi navê navçeya hinardekirinê hatiye vekirin, 10 hezar koçber jê sudmend in ku ji ber keşûhewayê berê xwe dane vî bajarî. Monira Khatun, yek ji wan Bangladeşiyane ku guherîna keşûhewayê ew koçber kiriye, niha take çavkaniya debara jiyana wê ew pere ne ku li navçeya henardekirinê bi dest dixe.

Karker Monira Khatun dibêje: “Her tişta ku li navçeya karkirinê bi dest dixim li malbata xwe xerc dikim. Hinekî jî bo deynên xwe cuda dikim. Navçeya karkirinê bo min baş e, ji ber ez nikarim bo karkirinê biçim cihekî dûr. Ger min li cihekî dûr kar bikira gelek zehmet dibû alîkariya malbatê bikim.”

Li gor amarên Banka Cîhanî, tê çaverêkirin ku heta sala 2050ê nêzîka 19 milyon kes ji ber guherîna keşûhewayê ji Bangladeşê koçber bibin.

Rêveberê Navenda Geşepêdan û Guherîna Keşûhewayê Saleemul Huq jî got: “Nêzîkî 20 bajar li Bangladeş hene ku her tim hêjmara nişteciyên wan nîv milyon heta yek milyon kesî ye, dibe heta deh salên din pêşwaziya nîv milyon heta yek milyon koçberên din bikin.”

Pispor dibêjin cihê Bangladeşê nizm e ji ber wê yekê guherîna keşûhewayê zêde bandorê lê dike. Ji ber bilindbûna asta avê, pêlên ava çeman, rabûna tofanê, lehiyê û he wiha guherîna tama ava çem, bi wateyeke din têkçûna jiyana nav derya û rûbaran bandoreke zêde li vî welatî dike.

Karker Reshma Begum jî dibêje: “Xelkê vir li ser nêçîra masiyan dijîn, masî di avê de namînin, jiyana me ber bi kêliyên mirinê ve gavan diavêje”

Navenda Navdewletî ya Guherîna Keşûhewayê û Geşepêdanê li Bangladeş; li gor wêneyên ku ji aliyê peykê ve hatine girtin, hewl didin cihê herî baş bo jiyanê ji xelkê vî welatî re diyar bikin. Lê pirsgirêk ne tenê Bangladeş e. Banka Cîhanî hişyarî daye, eger rêgiriyek bo guherîna keşûhewayê çênebe, heta 2050î dê 216 milyon kes li seranserê cîhanê neçar bibin warên xwe bicîh bihêlin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights