Ana SayfaCÎHANBandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe

Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe

Ev demek dirêj bû Rûsya hewl dida li dijî Ukraynayê operasyona leşkerî bide destpêkirin. Rûsya serê vê sibehê zû dest bi operasyona leşkerî kir. Agahiyên şer ji herêmên Ukraynayê tên. Ne li gorî agahiyên fermî tê gotin heta niha gelek kesan jiyana xwe ji dest daye. Welatên din ên cîhanê jî banga aştiyê û aramiyê li Rûsya û Ukraynayê dikin. 

Bi destpêkirina şerê navbera her du welatan tesîrê li ser aboriya cîhanê jî dike. Çawa ku ev tesîr li tevahiya dinyayê dike herî zêde jî wê li ser Tirkiyê bike. Têkiliya bazirganiyê ya Tirkiyê bi her du welatan re jî zêde heye. Piştî destpêkirina şer dovîz û zêr li Tirkiyê zêde bûn. Dolar duh 13,82 lîre bû îro bi T 14,18 lîreyê dest bi rojê kir. 

BANDORÊ DEST PÊ KIR JΠ

Ekonomîst Mustafa Sonmez tesîra vî şerê Rûsya û Ukraynayê ya li ser aboriya Tirkiyê nirxand û diyar kir ku şer tesîra xwe li ser Tirkiyê nîşan daye jî. Sonmez destnîşan kir ku Tirkiye di warê gelek parametre de qirofekî ye û got: “Di demên wiha de bandorê li ser welatên lawaz û qirofek dike.” 

‘FATÛRE WÊ BIHA BIBE’ 

Sonmez da zanîn ku li Tirkiyê enfslasyonek pir cidî heye û problema ferqa bazirganiya derveyî welat heye û got: “Di serî de enerjî û gelek cûreyên metayan bi derve ve girêdayî ye. Rewşek wiha ku bandorê li ser cîhanê dike bêguman wê bi awayek tund bandorê li ser Tirkiyê jî bike. Tevî hemû tevdîran jî dovîz zêde bû. Zêr biha bû. Bihayê petrol û gaza xwezayî li tevahiya dinyayê bi lez û bez zêde dibe. Ev yek wê fatûreya Tirkiyê bêtir biha bike.” 

ENFLASYON DÊ RABE 

Sonmez anî ziman ku îsal li Tirkiyeyê dahata geştiyariyê ya ku tê payîn wê pêk neyê û got: “Alîkariya herî girîng a şer a li ser gelan wê enflasyon be. Ji ber ku enflasyon zûtir zêde dibe, mirov dê nikaribin bi dahatên xwe yên bi van bihayan re rûbirû bimînin û dahatên rastîn dê bi lez dakevin û xizanî dê zêde bibe. Ji aliyê din ve tu amadekarî û îmkanên hikûmetê tune ku li ber vê firtûneyê bisekine. Dîplomasiyek rast nîne. Ji ber vê sedemê di dema pêş de dibe ku em bi geşedanên gelek neyînî re rûbirû bimînin.”

‘NE MIMKIN E MERIV JÊ XELAS BIBE’ 

Sonmez diyar kir ku yek ji bandorên şer ew e ku bihayên sotemenî, mazot û benzînê zêde bibin û wiha got: “Tevî ku ev yek tavilê weke bihabûnê neyê nîşandan jî, stresek li ser gaza xwezayî û ceyranê kom dibe. Di dema navîn de, dê bandor ji wir jî xuya bibin. Lê bandora sotemeniyê ji veguhestinê bigire heya pîşesaziyê bandorek neyînî li ser gelek tiştan dike. Ne mimkin e ku mervi ji ber bihabûna gelek tiştan xelas bibe. Wê şer bandorek neyînî li Tirkiyê bike.” 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights