Ana SayfaGIŞTÎAYLA AKAT ATA: EM Ê TÊKOŞÎNA AZADİYA JİNÊ MEZİN BİKİN

AYLA AKAT ATA: EM Ê TÊKOŞÎNA AZADİYA JİNÊ MEZİN BİKİN

Berdevka KJA’yê ya ku bi KHK’ê hat girtin Ayla Akat Ata ya piştî ku 6 mehan di girtîgehê de ma tehliye bû wiha got: “Em dizanin ku her pêvajo bi bi tundî û êrişa ku tê kirin dikeve rojevê. Lê berxwedan û têkoşîn jî her di rojevê de ye. Tişta dikeve ser milê me jî ew e ku em berxwedana ji bo azadiya jinê mezin bikin.”

Berdevka Demê ya KJA’ya ku bi KHK’ê hat girtin Ayla Akat Ata ya ku ji ber girtina hevşaredarên DBP’yî Gultan Kişanak û Firat Anli şermezar kir di sala 2016’an de hat binçavkirin û piştre jî hat girtin. Ayla ya ku 6 mehan di girtîgehê de hat girtin duh daneşîna doza wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û hat berdan. Ayla piştî ku hat berdan derbarê pêvajoya girtina xwe û zextên hikûmetê yên li ser jinan de nirxandin kir.

‘Gel tê darizandin’

Aylayê anî ziman ku hikûmt her biryareke ku dide li gorî ku pêk bîne dide û wiha berdewam kir: “Ji tehdîdên ku hikûmetê kirin diyar bû ku wê pêvajoyek bi vî rengî dest pê bike. Tayînkirina qeyûman ket rojevê, gelê me ev wekî darbe nirxand. Di vê pêvajoyê de jin li kolanan bûn û berteka herî mezin jinan nîşan da. Êrişan ji navendê dest pê kir. Wekî navenda KJA, navenda şaredariyan û navendên partiyên siyasî. Piştî van êrişên ku li navendan hatin kirin kesên hatin darizandin ne Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gulten Kişanak, Ayla Akat Ata û Îdrîs Balûken bûn. Lê vê derê bi giştî gel tê darizandin. Fikra gel û îradeya wî tê darizandin.”

‘Divê ku li îradeyê xwedî bê derketin’

Aylayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li dijî daxwazên demokratîk û li dijî berxwedana jinê darbe hat kirin û ev tişt got: “Bi zîhniyeta ku çawa hebe ji 5 salan carekê hilbijartin tên kirin, çawa hebe kesê dixwaze dibe namzed wekî ku xwestin hevşaredar girtin, ji ser karên wan dûr xistin û li şûna wan kesên ku kêfa wan ji wan re dihat tayîn kirin. Gelê me di vê pêvajoyê de ji bo me bû çavkaniya moral û hêzê. Ez vê bi baweriyek mezin dibêjim; di vê referandûmê de jî serkeftin ya gelê me bû. Bi operasyonên ku hatin kirin pêvajoyeke nû dest pê kir û bi encamên referandûmê gelê Kurdistanê bersiva xwe da vê pêvajoyê. Divê her kes bizanibe ku zilm berdewam nake. Divê ku xwedî li îradeya heta îro derketiye holê, bê derketin. Gotina gelê me zelal e û divê ku vê gotinê navendên cihê gotinê jî bibihîzin.”

‘Em bi berxwedanê bi hêz bûn’

Aylayê destnîşan kir ku ev tehliyeyên li du hev tên kirin wê berdewam nekin û wiha got: “Em ê ji bo hemû hevalên xwe yên girtî li ber xwe bidin. Êrişên ku li parlementerên jin, li saziyên jin û li berxwedêrên jin hatin kirin, êrişên li dijî têkoşîna azadiyê ya jinê ne. Di eslê xwe de navenda van êrişan îradeya azad a jinan e. Ji ber ku di destpêka vê pêvajoyê de êrişî KJA’yê hat kirin û di serî de KJA hat girtin. Bêyî ku hincetê vebêjin deriyê KJA’yê hat morkirin. Em dizanin ku ev mor li ser berxwedana jinê û îradeya jinê ya ji bo azadiyê hatiye xistin. Em di bin vê tundiyê de bi berxwedana li dijî tundiyê bi ser ketin.”

Aylayê herî dawî got ku ew dizanin hemû pêvajo bi tundî û êrişan dikevin rojevê lê li dijî vê berxwedan jî her di rojevê de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta dikeve ser milê me ew e ku em berxwedana azadiya jinê bilind bikin û bigihînin serkeftinên din. Divê ku em berxwedana azadiyê ya jinê civakî bikin.”

SUJIN

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights