Ana SayfaGIŞTÎASAYIŞA EFRÎNÊ PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ BÊ WERGİRTİNA MULETÊ QEDEXE KIR

ASAYIŞA EFRÎNÊ PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ BÊ WERGİRTİNA MULETÊ QEDEXE KIR

Asayişa li Efrînê hişyarî da xelkê Efrînê û hemû kombûnên pîrozkirina Newrozê bê wergirtina muletê ji hêzên asayişê qedexe kir.

Asayişa Rojava li Efrînê di daxuyaniyekê cejna Newrozê li gelên ku Bakurê Sûriyê dijîn pîroz kir û hişyarî da xelkê Efrînê, ku nabe bê wergirtina muhletê pîrozbahiyên Newrozê bikin.

Asayişa li Efrînê bêyî ku nave Kurd di daxuyaniya xwe de bîne, sedema qedexekirina kombûnên Newrozê vegerand ji ber sedemên ewlehiyê.

ENKS û partiyên di nava ENKSê ku muletê ne ji hêzên asayişê û ne jî ji Rêveberiya Xweser wernagirin, bi vê biryarê jî dê pîrozbahiyên wan bikeve bin qedexekirina lidarxistina pîrozbahiyên Newrozê.

Herwiha asayişê xelkê Efrînê agahdar kir, ku hemû rêyên hatin û çûna bo herêma Efrînê jî daxist.

Ev daxuyaniya asayişa li Efrînê tê, pêr asayişa li Cizîrê hemû ahengên şeva Cejna Newrozê û ji ber sedemên ewlehiyê, li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê qedexe kir.

K24

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights