Ana SayfaGIŞTÎArmanca CHPê li Bakurê Kurdstanê çi ye?

Armanca CHPê li Bakurê Kurdstanê çi ye?

Ferdî Sak / Rudaw

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got “Dibêje pirsa Kurd nîne birêz Erdogan, li gor wî nîne. Ka ji welatiyan bipirse heye yan nîne. Tu dê vê bizanî, yan ên ku di nav pirsê de ne? Eger kesê pirsê dijî bizane û rûbirûyê neheqiyekê bibe tê guh bidî wî birayê min.”

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê derbarê peyamên Kiliçdaroglu de yên li Amedê bandora wan li ser xelkê ji Rûdawê re axivî.

Serokê Partiya Komînîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek dibêje  “Hatin û çûna şanda CHPê li Amedê, bandor li ser gel hebû yan na? Li ser vê yekê nêrîna me ev e; dengderên Kurd, ên Amedê gelek hişmend in. Tenê bi gotinan nayên xapandin. Hemû partî û rêxistinên tên û diçin gotinên xwe dibêjin. Gel guh dide wan, lê, lê dinêre ka ew çi gavan diavêjin. Gotin tiştek û kiryar tiştekî din e. Tên dibêjin lê tiştekî nakin.”

Di hilbijartinên giştî yên sala 2018ê de ji milyonek dengdêrên Amedê tenê ji sedî 2.5ê wan denge xwe dan CHPê. Di demekê de ku Amed girîngtirîn parêzgeha Bakurê Kurdistanê ye ev rêje bo duyem partiya herî mezin a Tirkiyê gelek kêm e ku di hilbijartinên bê de çavê wê li desthilatê ye.

Cîgirê  Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê jî  ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Kiliçdaroglu bi serdanên xwe yên li Bakurê Kuridstanê dixwaze heman siyaseta Tirkiyê ya li beramber Kurdan careke din dûbare bike.”

Cîgirê  Serokê PAKê Kasim Ergun ragihand “Kiliçdaroglu ji bo li Kurdistanê dengên xwe zêde bike bi taybetî serdana bajarê Kurdan ê herî girîng kir. Armanca vê serdanê ew e ku derdorê ji xwe re çêbike. Ji ber di 20 salên dawî de li Bakurê Kurdistanê CHP bi rastî di tengasiyeke mezin de bû. Dengen wê ketibûn paş dengên MHPê jî.”

Dengên Kurdan di hilbijartinên Tirkiyê de bo yekalîkirina desthilatê gelekî girîng in. CHPê di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019ê de bandora dengên Kurdan dît û bi hevahengiya ligel dengderên Kurd di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê çendîn şaredariyên din ji dest AKPê derxistin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights