Ana SayfaCÎHANAmerîka li ser îhtîmala operasyona Tirkiye ya ser Rojava daxwuyanî da

Amerîka li ser îhtîmala operasyona Tirkiye ya ser Rojava daxwuyanî da

Price di axaftina xwe de weha got:

“Em li ser îhtîmala ku Tirkiye xebatên xwe yên leşkerî li Rojava zêdetir bikin, bandora pêngavekî weha ya li ser sîvîlan, li ser raporên têkildar û niqaşên ku tên kirin, em ji wan zêde endîşe dikin. Her pêngava ku gengeşeyan çêdike em şermezar dikin û em destekê didin parastina xettên agirbesê.

Em bi vêya bawerin ku ji bo li Sûriyê îstîqrar çêbibe, ji bo ji pirsgirêkê re çareseriyeka siyasî çêbibe, divê ji bo deverên agirbesê rêz bê girtin û bên parastin. Em bende ne ku Tirkiye, operasyonên li bakûrê Sûriyê jî di nav wan de, rêz li daxwuyaniya cotmeha 2019 an bigre.

Em endîşeyên Tirkiyê yên li ser sînorê wan yê başûr fêm dikin. Lê êrîşekî nû wê herêmê bêhtir bêîstîqrar bike, wê xebatên koalîsyon û Amerîkayê yên li hemberê IŞİD ê bixe nav talûkê.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di 23 ê gulanê de piştî civîna encumena wezîran ya Tirkiyê îşareta operasyonekî nû ya ser Sûriyê dabû.

PeyamaKurd

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights