Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊAjansa Mafên Mirovan: Li Îranê Herî Kêm 500 Kes Hatine Kuştin

Ajansa Mafên Mirovan: Li Îranê Herî Kêm 500 Kes Hatine Kuştin

HRANA, ku navenda wê li Amerîka ye, da zanîn ku ji wan kesên hatine kuştin, 69 kes ji 18 salî biçûktir in.

Li gor agahîyên HRANA dane, karbidestên ewlekarîyê pirtir ji 18,400 kes desteser kirine.

Di çalakîyeke vê dawîyê de, çêkerên fîlman li pêş Girtîgeha Evîn ya li Tehranê kom bûn û girtina Taraneh Alîdostî şermezar kirin.

Aktrîsa navdar Aldostî piştgirî dide protestoyan ku wê herî dawî bi bi pankarteke li ser ‘’jin, jîyan, azadî’’ hatibû nivîsîn poz dabû û ew fotografrek li ser medyaya civakî weşandibû.

Ajansên dewleta Îranê dîyar dikin ku Alîdostî ser protestoyên li seranserê welêt nûçeyên derew belav dike.

Pêla protestoyên li Îranê piştî Jîna Emînî ya 22 salî di derdestîyê de hat kuştin destpê kir.

Emînî jiber ku serê xwe li gor rêbazên Komara Îslamî negirtibû, ji hêla polîsên exlaqî ve hatibû desteser kirin û dû re termê wê ji malbatê re hatibû dayîn.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights