Ana SayfaCÎHANCENÊV-5 SİBE DESTPÊ DİKE

CENÊV-5 SİBE DESTPÊ DİKE

Danûstanidnên Cenêv-5 ku, biryar bû îro destpê kiriban, bi sedema hebûna nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Steffan De Mistura li Tirkiyê sibe roja Înê destpê bikin.

Berdevê fermî yê nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî Steffan De Mistura Ferhan Heq di kongiryeke rojnamevanî de ragehand ku, civînên Cenêv-5 sibe roja Înê di nabera aliyên kirîza Sûriyê destpê dikin, da zanîn ku, ji ber ku, De Mistura li Enqerê ye,civînên fermî sibe destpê dikin.

Herwiha Berdevê De Mistura da zanîn ku, hemû şandinên danûstandinan giheştina Cenêvê û biryare, îro civîneke berfireh ligel şanda Opozîsyona Sûriyê were pêkanîn.

Di heftiya borî de jî bi armanca amadekariyên Cenêv-5 Desteya siyasî, şandên Şêwirmendiyê û ragehandinê yên Opozîsyona Sûriyê li Riyadê paytexta Erbistana Siûdiyê li ser dirêjahiya du rojan civîn pêkanîn.

Di wan civînên şanda opozîsyonê de tekezî li ser her 3ê xalên serke yê bernameya kongreyê kirin, ew jî veguheztina siyasî, destûr û hilbijartin, herwiha pirsa terorê jî.

BasNews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights