Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ê ku gelek caran ji ber siyaseta ku dimeşand temenê wî di girtîgehan de derbas bû got: “Hûn nikarin bi van nivşên nû re runîn û pirsgirêkan çareser bikin. Ev jî heqiqeteke. Em dibînin ew nivşên ku aştî dixwazin gelek kêm dibin. Nivşêki nû, qurmeki nû tên.” Turk herwiha diyar kir ku çareserî her ku diçe zehmetir dibe.
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk weke gelek sîyasetmedarên kurd emrê wî di girtîgehan de derbasbû. Weke salên 1980an, 1990an û salên 2000an di her pêvajoyê hate desteserkirin û hate girtin. Herî dawî dema Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê bû li şûna wî qeyûm hate tayînkirin û 24ê Mijdara 2016an jî piştî desteserkirina hefteyekê, hatibû girtin. Li hemberî girtina Ahmet Turk gelek derdorên cuda cuda bertek nîşan dabû. Bi sedama ku Ahmet Turk di her pêvajoyê de weke parastvanên aştiyê tê dîtîn gelek kesan nerazîbûn anîbû ziman. Ahmet Turk li Qesra Qenco a girêdayî navçeya Qoserê, pirsên Sputnik Kurdistanê yên derbarê girtin û pêvajoya şer û referandûmê de bersivand.
‘DIXWAZIN GELÊ KURD BÊDENG BIKIN’
Turk derbarê pêvajoya girtina hevserokên HDPê, parlamenter û hevşaredaran de got ku “Bi rastî ev pêvajo ji bo gelê kurd bêdeng bihêlin dan destpêkirin” û diyarkir ku eq li bende bûn dê weke Hevserokê HDP Selahattin Demirtaş ew jî were girtin. Turk sedema wê wisa nirxand: “Min texmîn dikir ji Selahattin Demirtaş heta Ahmet Turk dê hemû siyasetmedaran têxin zindanan û wan bêdeng bihêlin. Ji bo gel bitirsînin siyasetek wiha meşandin. Şertê sala 1980an û yên niha ne wekheve. Şertên sala 1980an li hemû cihanê tiştek wisa çênebu. Di vê demê de jî li zindanan alozî û astengî hene. Berî her tiştî ew kesên bawermend û siyasetmedar iro dîsa di zindanan dene. 12 parlamanterên me, hevserokên me, serokşaredarên me di zindana dene. Ev siyaset carek din ji bo ku kurdan bêdeng bikin dan meşandin. Di Rojhilata Navîn de guhertin çêdibin û kurd bûne aktoreke girîng û mezin. Dixwazin di vê pêvajoyê de kurdan asteng bikin û bêdeng bikin. Siyaseta ku tê meşandin vê derdixe holê. Lê em vê dibêjin, ev tişt dubare bû, sêbare bû. Di sala 1980an de me hertişt dît, di sala 1994an de me ev dît, ev cara sêyem e ku dubare dikin. Rêya vê aştîye, demokrasi ye. Rêya vê bi cîhanîna mafên mirovane.”
‘BI SIYASETA XELET GEL ANIN HEMBERI HEV’
Turk got ku îro gelê kurd û tirk, ereb ne dijminê hevin û ev siyaseta xelet û şaş ku tê meşandin, gel anîn hemberî hev. Turk wiha berdewamkir: “Heke em demokrasî, mafên mirovan, nasnama mirovan pêş bigrin û jê re rûmetê nîşan bidin ev alozî dernakevin holê. Lê îro pêvajoyek wisa dane destpêkirin. Heger çiqas alozî û astengî hebe jî rêya wê aştîye. Bi aştiyê ev pirsgirêk dê çareser bibe. Ji ber wê, em dibêjin ku gerek îro hemû sîyasetmedar, hemû rêber bi aqilekî hevpar û hevbeş ji bo van pirsgirêkan çareser bikin, dibe careke din bifikirin, runên û ev dijminatiya din ava gelan de ku roj bi roj mezin dibe em pêşiya wê bigrin. Rêya wê jî diyaloge û hevdîtinin.”
‘EM HÊVIYÊN XWE WINDA NAKIN’
Ahmet Turk hest û ramanên xwe yên dema girtinê de bi van gotinan bilêv kir: “Hêstên me ew bu ku dewlet ji bo vê pirsgirêkê çareser bike tu gavan navêje û sîyasetek tund û teng dimeşîne. Ev siyaseta tund û teng em zanin ku di pêşerojê de dê pirsgirêkên hîn mezin derxe holê. Hêviya me ew e ku ev siyaseta tund û siyaseta ku li ser înkarê tê meşandin divê rabe. Em li pêvajoyê dinerin ka dê bigihêje ku dere. Bi rastî sîyasetek flu heye. Em nikarin tiştek bibêjin. Lê çi bibe jî em ê hêviyên xwe winda nekin. Ji bo aştiyê em ê xebatên xwe berdewam bikin.
‘HÛN NIKARIN BI NIVŞÊ DAWÎ RE PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN’
Ahmet Turk û sîyasetmedarê kurd Şerafettin Elçi di salên borî de herdem di gotin ‘Ji bo aştiyê em nifşên dawiyê ne’. Herwiha Ahmet Turk careke din ev yek dubarê kir û wiha axifî: “Min û Şerafettin Elçi 4 sal berê ev yek got ku em nivşên dawî ne. Her ku roj diçe hûn nikarin bi van nivşên nû rûnên û pirsgirêkan çareser bikin. Ev jî heqiqeteke. Em dibînin ku ew nivşên aştî dixwazin gelek kêm dibin. Nivşêki nû, qurmeki nû tên. Bi rastî jî ev pirsgirêk, her ku diçe ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, her ku diçe pêvajoyek hîn zehmet tê pêşiya me. Em nikarin tiştekî bêjin, lê hêvidarin ku rojek wusa destpê bike. Îro em bêjin dê di çend rojan de çareser bibe, ev ne raste. Lê em hêviyên xwe winda nakin û ji bo aşti û wekheviya gelan xebatên xwe berdewam bikin. Ev rewşa ku îro em têdene, ne ez û ne jî ti kes nikare biparêze. Ev tiştên bêhiquq, bêvicdan, bê insafi tê meşandin kes nikare biparêze. Ew kesê dibên em demokratin, bawermendin nikarin vê yeke biparêzin. Lê em hevî dikin ku ev siyaseta ku iro tê meşandin berdewam neke û bê guherandin.
‘BAWERIYA ME BI SIYASETEK DEMOKRATIK TÊ’Turk di derbarê referandûmê de jî got “Fikr û ramanên me diyare. Partiya me nêrina xwe anî ziman, em jî endamê partîya xwe ne. Baweriya me jî ew e ku sistemek demokratik û parlamanter ava bibe. Ji bo wisa fikrê me gelek zelale. Li pêşiya me referandûm heye, li Rojhilata Navin guhertin hene. İro kurd ji bo bigihêjin mafên xwe û statuya xwe, berxwedanekê dimeşini. Di vê demê de dixwazin li vê derê kurdan bêdeng bikin. Her wiha ji Selahattin Demirtaş heta Ahmet Turk bigrin û gel bitirsinin ku gel nikaribin siyasetê bimeşinin. Tirsekê, xofê dixin nava gel.”
‘MIN NIZANÎBÛ KU WÊNEYÊ ME HATIYE KIŞANDIN’
Ahmet Turk wêneyê xwe yê ku di dema çûna nexweşxanê de leşker ketine deste wî û wî dibin jî şîrove kir. Turk wiha got: “Berî her tiştî nêrîna gel muhîme ji bo min. Kelepçe tune bû lê ketibûn destê min. Bi rastî jî berf bû, cemed bû û min li pêşiya xwe dinêri, min nizanibû ku resme kî wisa hatiye kişandin.”
sputniknews