Yekîtiya Neteweyî di Têkoşîna Rizgariya Kurd de | Abuzer Balî Han yazdı
Rastî li deriyê rastiyê vedibe! Lê çi mixwabin li hin ciyan ew rûyê xwe yê rast dereng dide xuyakirinî! Li rûyê alemê ji bo çi rastîtî li welatê me Kurdistan dereng serdan (ziyaret) dike? Armanca min ya îro ne ew mijara ye! Lê rastî çiqas dereng bêye welatê me jî, dema hat em hemî Kurd bi wê bextewar û şad dibin!..
Dema destpêka salên 1970 yî de li dervayî welat min mamoste Prof. Dr. Jemal Nebez nasî, di aliyê baweriya sosyalîzma zanistî de em li dijî hevûdu bûn! Dema wext diborî min dit ku mamoste feylezofekî Kurd hemdemî bû! Hindik kesan di aliyê sosyalistiyê de ew dinasîn! Ez jî ji wana yek bûm… Hinan jî ew bi nasyonalîstiya (nijadperestî) Kurdewatiyê rexne dikirin!.. Lê mamoste ne peyayê tu kesî bû! Ew xizmetkarê Kurdan û Kurdewatiyê bû!..
Dema min destpêka Kurdiya xwe pêjda dibir û li ser rêzimanê Kurdî têzek zanistî amade dikirî profesorên oportînîs ew ji zanîngeha Berlinê avêtin. Di ew civîna hatî avêtin de ez jî amade bûyî bûm. Wek min 60 xwendekarên wî hemî li gel mamoste piştgîr bûn! Bingeha avêtina mamoste ew bû ku, wî ji wan profesoran pirsiye:“Ji bo çi di dema xwe de hun nayên dersên xwe? Xwendekar li İnstîtûtê li we digerin, we nabînin?!.“ Çendek rojan şunda prezidyuma Zanîngeha Berlinê mamoste ji zanîngehê dûrxistin! Ji wê rojê şûnda wek mamoste ez jî neçûm wê zanîngehê!..
Dema şagirtiya min bi mamoste va berbi hevaltiyê çû, navbeyna min bi wî de dubendiyek hebû ku, min her dem mamoste rexne dikir! Mamoste mirovekî pir aliyên wî wek zanyarên mezin hebû! Hindik Kurdan ew alîyên wî dizanîn! Ez ji siyasetek Kurdan çep durketî bûm! Min bi mamoste ve tev di „Mala Gelê Kurdistan“ê de wek ciyê Rojnameya Newroz de li ser Kurdan semînar û hînbûna zimanê Kurdî“ ders didan. Mamoste bêtir li ser siyaseta (rêzanîya) Kurdan ya Kurdistan û cîhanê semînar didan. Min jî bêtir li ser zimanê Kurdî ders didan. Hevala mamoste jî doktoreya xwe li ser Kurdan çêkirî bû, ku dihat dersên Kurdî de Kurdiya xwe baştir pêşda dibir!.. Hevala wî ya Elman ve hincaran jî mala serdan dikirin. Rojekê min ji mamoste pirsî:Mamosteyê hêja! Ma tu naxwazî bizewice?!. Mamoste kenî! Paşê gotina xwe wûsa berdewam kir:“ Ma tu nizanî ku ez carekê zewicîme!..“ Min jê pirsî û min got: Ez bê agahdarim û nizanim! Çi wext û bi kê va tu cewiciye?.. Ew kenî û gotina xwe wûsa berdewam kir:“ Ezbenî, ez bi Kurdistanê va zewicîme! Ma hewce heye ku ez carek dîn bizewicim?!.“ Bê dengiya me hinek berdewam kir! Hewce nemayî bû ku carek dîn em li ser vê mijarê bi axivin!..
Cemal Nebez zanayekî nefspiçûk (Mutewazî) bû! Zarokek, pîrekek derva dema diketin hundir, ew ji ber hemiyan radibû! Halûxatirê wan dipirsî û paşê jî ciyê gotina xwe de mayî dest bi axaftina xwe dikir. Baweriya mamoste bi zanîna Sosyalîzma Zanistî (Komunizm) hebû. Ji bo vê jî bi havalên xwe yên şoreşger va partiya xwe ya sosyalîst bi navê rêxistina KAJİK (bi kurdîya Soranî: „Komeley Azadî û Jiyanewe û Yekêtiy Kurd“ di 14 ê Avrîla sala 1959 an de li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê damezrandî bûn. „KAJİK“ belku partiya Kurdan sosyalist ya (komunistiya li ser bingeha wekhevî û yeksaniyê) hatiye ava kirine! Dema ku li welatê xwe bûye, mamoste îlahiyat jî xwendiye! Ji berku bavê wî li Sileymanîyê serok miftî bûyê, wê demê malbetek xatirnas de wî di heyşt saliya xwe de Qur’an jî xetim kirye!.. Ew di malbetek olî ya Kurd de mezin dibe. Lê li ser rêya „Mazdak“ di xortaniya xwe de serê xwe „Yeksaniya Kurdan yê çawa saz bibe?!.“ di êşine! Yeksaniya mamoste dema me goftûgo dikirî, wê demê jî rast bû. Lê wek hişkbawer (fanatîk) ez li ser rêya Sowyetê dimeşîm û min mamoste pir jî rexne dikir!..
Bi salan wext wûsa derbas dibûn û diçûn! Dema dîwarê Berlina Rojhilat xilî û ser Berlina Rojava de hate xwar, ez li Berlina Rojava li mala xwe derneketim ku ew dîwara çawa ji aliyê mirovan ve dixile?!. Paşê em bi xwe hesîn ku mamoste pir salên borî de jî rastbêj bûye!..
Lê dem hêdî pir borî bû. Mamoste rastiya xwe bi dûrbîniya xwe wî carek dîn jî nîşan dayî bû!.. Bi rastî dewletên sosyalîst yên bi xwe komunîst (Yeksan) didan xûyakirînî û didan nasandin bi xwînrêje Sadam Husên re kar dikirin! Lê belê dîsa jî em ji wan venedigeriyan!.. Dîwarê Berlînê di 9 ê Mijdara 1989 an de hilweşiya! Ew hilweşîn bû destpêka hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û bloka sosyalist ya rojhilat. Ez bi xwe guvan û bînendeme ku DDR bi Sadam Husên re kar dikirine wê dizanim. Dema Komela Xwendekarên Kurdistan nikarî bû ku yek kesi li DDR bide xwendin!.. Balavirên şer yên Sovyetê heya Sadam têkbiçe ew alîkarên faşistan bûn ku bombên jahrê davêtin ser Kurdên ku hezar salin li ser erda bav û kalên xwe dijiyan!.. Ma ji hevalên faşîstan kê dîtiye ku sosyalist derdikevin?!.
Ez dixwazim yeksaniya Jemal Nebez çawa dîwarê Berlinê rabûn û yên mayî jî li ser me sosyalîstên welatparêz de xiliyan, dawî de dereng be jî me fehm kirî bû! Sosyalizma em dû diketin, ya rast ew alîkarên neyarên me bûne ku meslehata wan bi wan re hebûye! Salan şunda hevalên ew şaşitiyên dîrokî bûyîn hîn jî, jê fehm nekirine, wana carek dîn hişyar dikim û bila bifikirin! Yên sosyalist ku îro pêva yeketiya Kurdan li pêşiya her tiştî dibînin, bila ewna bi karûbarên xwe rola xwe di nav yekîyiya Kurdan de wek rêxistinên welatparêz yên dîn bileyzin!..
Ji bo ew rastiya Kurdistanê ya dîrokî bila avakarên hevbeşên „HEVBENDΓyê hemiyan ji dilûcan pîroz dikim! Dûvikên hîn li cem neyaran dimeşin jî ez dixwazim bala wan bikişînim ser vê damezrandinê! Kurdino! Hemî hedar bin! Dereng memînin!.. Dem dema azadiya Kurdan hatiyê! Hêdî tevî refên xwe bin!..
Rê heye ku hemî Kurdan
Hembêza bike hevbendî!..
Ewên Kurd ku derva man,
Yê dawî de biçin neyaran!..
12 Cotmeh 2026
Abuzer Balî Han
-Lêkolîner-Nivîskar-
