ANASAYFAORTADOĞUŞahidê bûyerê behsa girtina rojnamegera Alman dike

Şahidê bûyerê behsa girtina rojnamegera Alman dike

Rojnamegera Alman Eva Maria Michelmann a 37 salî û ciwanekî Kurd ê bi navê Ahmed Polat winda ne. Ahmed Polat ji Başûrê Kurdistanê ye û navê wî yê rastîn Mihemed Nizam e.

Rojnamegera Alman Eva Maria Michelmann a 37 salî û ciwanekî Kurd ê bi navê Ahmed Polat winda ne. Ahmed Polat ji Başûrê Kurdistanê ye û navê wî yê rastîn Mihemed Nizam e.

Kes nizane ew niha li ku derê ne. Hikûmeta Almanyayê û malbata rojnamegerê jî li ser rewşa wê tiştekî nizanin.

Şahidê girtina wan Ciwan Mihemed e. Ciwan Mihemed ji Kobaniyê ye. Ew beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser bûyerê pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Li gorî gotina Ciwan Mihemed, ew 17ê Kanûna Paşîna 2026an li Reqayê bûn. Ew li navendeke ciwanan a li taxa Seyf Dewleyê dima. Taxa Seyf Dewleyê li navenda Reqayê ye.

Ciwan Mihemed anî ziman ku derdora 200 kesan li wir bûn. Wî got:

“Em li wir bûn. Rojnamegera Alman Eva Maria û ciwanê Kurd Ahmed Polat jî li wir bûn. Eva dema bi Kurdî diaxivî Kurdixwa xwe zaf giran bû.

Her wiha 15-16 malbatên sivîl ên ji Efrînê jî li wir bûn. Wan dixwest biçin Hesekê.”

Êrişî navendê kirin

Ciwan Mihemed da zanîn ku bi şev rewş aloz bûye. Demjimêr 12:00ê şevê komeke Ereban êrişî navendê kiriye.

Ciwan qala êrişê kir û wiha dewam kir:

“Êrişeke giran bû. Şer heta demjimêr 03:00yê şevê dewam kir. Hêzên me ji bo parastina xwe û sivîlan şer kir.

Lê paşê Hêzên Ewlehiya Giştî ên hikûmeta Sûriyeyê hatin. Wan ji me xwest ku em teslîm bibin.”

Demjimêr 12:00ê nîvro teslîm bûn

Ji ber ku malbatên sivîl li wir bûn, wan biryar da ku teslîm bibin.

18ê Kanûna Paşîna 2026an demjimêr 12:00ê nîvro, ew teslîmî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bûn.

Ciwan Mihemed li ser vê gavê wiha axivî:

“Em ji bo ku sivîl neyên kuştin teslîm bûn. Kesên sivîl gelek bûn. Hêzên Sûriyeyê em hemû girtin û ji hev cihê kirin.

Wan kesên leşkerî û sivîl ji hev veqetandin. Em wekî sivîl berdan û em çûn Hisîçayê (Hesekê).”

Ber bi Helebê ve birin

Lê rewşa rojnamegera Alman û ciwanê Kurd cuda bû. Hêzên Ewlehiya Giştî ya Sûriyeyê ew her du girtin.

Ciwan Mihemed destnîşan kir ku fermandarê hêzên Sûriyeyê Mihemed Ebdulxenî bû. Ew berpirsê Ewlehiya Giştî yê Helebê ye.

Ciwan axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Wan Rojnamegera Alman Eva Maria û Ahmed Polat birin.

Wan ew siwarî otomobîlan kirin. Li gorî zanyariyên me, wan ew ber bi Helebê ve birin.

Hêzên Sûriyeyê dest danîn ser hemû kel û pelên wan.

Wan dest danîn ser telefon û kamerayên wan. Ji wê rojê ve ti carî têkilî bi wan re çênebûye.”

Çavkanî: Rûdaw

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

AKTÜEL