ANASAYFAKÜRDİSTANHezar malbatên din ên koçber vedigerin Efrînê

Hezar malbatên din ên koçber vedigerin Efrînê

Tê plankirin ku dawiya vê hefteyê 1000 malbatên Efrînî ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê vegerin Efrînê.

Çavkaniyekê Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re ragihand ku dê heta pêncşema bê, 1000 malbatên koçber ên Efrînî vegerin ser malên xwe.

Li gorî heman çavkaniyê, kesên ku vedigerin xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ne û ji wan re hatiye gotin ku ew dê rasterast vegerin ser mal û milkên xwe.

Destpêka vê hefteyê jî 400 malbatên Efrînî bi koordînasyona navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser vegeriyabûn bajarê xwe.

Çavkanî: Rûdaw

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

AKTÜEL