Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku fermandarê Hêza Taybet a Fatihînê Mihemed Elî Feth Elîzade hatiye kuştin.
Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev berpirsê payebilind di êrişên roja çarşemê de hatiye kuştin.
Hêza Taybet a Fatihînê girêdayî Supaya Mihemed Resûlulah e.
Fatihîn: Hêza stratatîjîk a Supaya Pasdaran e
Hêza Fatihîn ji ber xwedîbûna çekên pêşkeftî, yekeya dronan û tîmên paraşûtê wekî yek ji hêzên herî giring ên Supaya Pasdaran tê dîtin.
Navenda fermandariya vê hêzê li Tehranê ye û li hemû parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê baregehên wê hene.
Ev hêz sala 1999an hatiye damezirandin. Erkê wê ya sereke ji xeynî operasyonên taybet, parastina asayîşa navxwe ya bajaran û rûbirûbûna xwenîşandan û rageşiyan e.
Li gorî medyaya Amerîkayê, vê hêzê di serkutkirina xwenîşandanan û şerê navxwe yê Sûriyeyê de roleke çalak lîstiye.
Sala 2017an fermandarê wê demê yê Fatihînê Ebdulah Xesrewî jî li Sûriyeyê hatibû kuştin.
Çavkanî: Rûdaw
