Koma çekdar a Eshabul Kehfê ya ku xwe wekî beşek ji “Berxwedana Îslamî” pênase dike, berpirsyariya çend êrişên li Herêma Kurdistanê girt ser xwe.
Eshabul Kehfê her wiha hişyarî da sivîlan ku ji wan cihên nêzîkî baregehên Amerîkayê ne dûr bikevin.
Li gorî daxuyaniya wê grûpa çekdar, çekdarên Eshabul Kehfê berjewendiyên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê kirine armanc.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Operasyonên me dê bi gurbûneke zêdetir bidomin.”
Di çend demjimêrên borî de, tenê li parêzgeha Hewlêrê nêzîkî 12 êrişên dronan hatine kirin.
Eshabul Kehfê li gel komeke din a bi navê Seraya Ewliyaul Dem berpirsyariya piraniya wan êrişan girtiye ser xwe ku ji 28ê Adarê ve li Herêma Kurdistanê û baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li Îraq û herêmê tên kirin.
Eshabul Kehfê piştî destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, çend caran gef li artêşa Amerîkayê, leşkerên Fransayê yên li Îraqê û xelkê biyanî yên li Herêma Kurdistanê xwarine.
Her wiha wan hişyarî daye berpirsên Wezareta Parastinê ya Îraqê ku hevkariyê bi wan hêzan re nekin ku kom wekî “biyanî” bi nav dike.
Çavkanî: Rudaw
