Televîzyona fermî ya Îranê îro 2ê Nîsanê peyama Berdevkê Wezareta Derve Esmaîl Beqaî belav kir. Beqaî diyar kir ku gelê Îranê li dijî Amerîka û Îsraîlê yekgirtî ye û got: “Di vê şerê ferzkirî de, ji bilî berdewamkirina şer ti bijardeyeke din li ber me nîne.”
Berdevkê Wezareta Derve aşkere kir, di vê qonaxê de ew agirbest an jî danûstandinan wekî dubarekirina “pilanên dijmin” dibînin û qebûl nakin. Beqaî got, ev yek ne tenê ji bo Îranê, lê ji bo tevahiya navçeyê dê bibe sedema karesatan.
Beqaî bal kişand ser cureyê şerê heyî û got: “Ev ne şerekî asayî û sade ye; têkeliyek ji şer û kiryarên terorîstî ye. Wan rêber û fermandarên me di malên wan de kirin armanc. Lewma ev şerekî neyeksan e ku li ser gelê Îranê hatiye ferzkirin. Ji ber vê yekê, ji bilî berxwedanê ti rêyeke din tune ye.”
Ev daxuyaniyên tund ên Tehranê çend saet piştî axaftina Serokê Amerîkayê Donald Trump hatin. Trump hişyarî dabû ku eger Îran bi agirbest û danûstandinan razî nebe, di nava çend hefteyên bê de artêşa Amerîkayê dê “hemû binesaziya enerjiyê ya Îranê” bike armanc û ji nav bibe.
Çavkanî: Kurdistan24
