Helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî di 10ê Adarê de li Swîsreyê koça dawî kiribû. Merasîma cenazeyê Huseynî dê sibê(27ê Adarê) li Çand Amedê bê li darxistin. Piştî Merasîmê cenaze dê ber bi Rojava ve were oxirkirin.
Cenazeyê Huseynî dê îşev bînin Amedê.
Saziyên ziman û çandê, enstîtu, wêje, PENa Kurd, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DEM Partî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes dê sibê ji bo helbesvanê Kurd Ehmed Huseynî merasîma cenaze li dar bixin.
Merasîma cenaze sibê di saet 11.00an de dê li ÇandAmedê bê lidarxistin û piştî merasîmê dê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê ber bi Rojava bê oxirkirin.
Derbarê Ehmedê Huseynî de

Ehmedê Huseynî di sala 1955’an de li Amûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Kurdistana Başûrê Rojava ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê xwend. Ehmed Huseynî li Zanîngeha Şamê ya Sûriyê beşa Felsefeyê qedand. Hikûmeta Sûriyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ji ber vê yekê Ehmed Huseynî neçar ma ku karên xwe bi tena serê xwe bike. Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên Kurd berê xwe da Ewropayê. Di sala 1989an de çû Swêdê.
Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê Kurd bû. Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan ava kir. Di Roj TVê de bernameya wî hebû. Tev li gelek pêşengehên pirtûkan bû, gelek caran tev li bernameyên îmzekirina berhemên xwe bû gelek caran tev li bernemeyên televîzyonê bû. Li Ewropa û Rojava dijiya.
Di sala 2002 yan de berhemên Ehmed Huseynî yên giştî yên bi navê Dîwan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin.
Hin berhmenên Ehmed Huseynî ev in:
* “Mistek ji şîna bêcir” Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê
* “Bi xewna we pênûsê dilorînim” Stockholm, 1993, Weşanên Jîna Nû
* “Rono û sirûdên bêrîkirinê” Stockholm, 1994, Weşanên Jîna Nû
* “Sîriskên hesinî” (Selîm Berekat) Wergerandin, Stocholm, 1997, Weşanên Apecê
* “Dîwan” (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê
* “Bajarê Dirinde” 2003, Weşanên belkî
* “Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî” 2004, Weşanên Aramê
(AY)
Kaynak: bianet
