ANASAYFAHAK İHLALLERİLi Amedê ji ber pîrozbahiyên Newrozê 18 kes hatin girtin

Li Amedê ji ber pîrozbahiyên Newrozê 18 kes hatin girtin

Li Amedê 18 kesên ku piştî pîrozbahiyên Newrozê hatibûn desteserkirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.

Hate diyarkirin ku di îfadeyên de pirsa “We çima şala kesk, sor û zer girê daye?” hatiye pirsin.

Li Amedê di encama serdegirtina malan a li ser kesên beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûbûn de, 2 jê jin 18 kes hatin girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Welatê, polîsan di dema lêpirsînê de pirsên wekî; “Hûn bi fermana rêxistinê beşdarî Newrozê bûn?”, “Agahiya we çawa ji Newrozê çêbû?” û “We çima şala kesk, sor û zer girê da?” ji wan kirine. Her wiha di îfadeyê de pirsa wêneyên endamên PKKê yên hatibûn hilgirtin jî hatiye kirin.

Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” biryara girtina 18 kesan da û ew kes şandin girtîgehê.

(AY)

Kaynak: bianet

AKTÜEL