ANASAYFAORTADOĞUBi dronan êrişî Hewlêrê kirin

Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

Êrîşên ku artêşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dan destpêkirin, di roja 19em de (18ê Adarê) berdewam dikin.

Di roja yekem a êrîşan de, Rêberê Olî ê Îranê Elî Xameneyî jî di nav de gelek berpirsên payebilind ên Îranê hatibûn kuştin. Amerîkayê êrîşên xwe yên li dijî Îranê wekî “Operasyona Kerba Destanî” (Operation Epic Fury) û Îsraîlê jî êrişên xwe wekî “Operasyona Gurandina Şêr” (Operation Epic Fury) bi nav kir. Îranê jî di bin navê “Operasyona Soza Rastîn-4” de êrişên bersivdayînê da dest pê kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Îro di navbera saet 09:00 û 11:00an de li Hewlêrê gelek teqîn hatin tomarkirin.

Hatiye diyarkirin ku ev teqîn ji ber êrişên dronan bûne û sîstema parastina mûşekan ew dron têk şikandin e.

Her weha dron li ser Cadeya 60 Metrî ya li taxa Ronakiyê, li nêzîkî Grand Majidi Mallê û li herêma Pirzînê ji aliyê sîstemên parastinê ve hatine xistin.

Heta niha derbarê êrişan de ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.

Li gorî daneyên ku Rûdawê kom kirine, di nava 24 demjimêrên dawî de zêdetirî 10 dronan ber bi herêma Hewlêrê û zêdetirî 5 dronan jî ber bi herêma Silêmaniyê ve hatine avêtin.

Îran: Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî Elî Larîcanî hat kuştin

Êrişên li Herêma Kurdistanê

Li gorî daneyan ji 28ê Sibatê ve bi giştî 352 bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Ji van êrişan 290 li ser Hewlêr û derdora wê, 55 li ser Silêmanî û derdora wê bûn.

Her wiha di destpêka şer de 5 dronan parêzgeha Dihokê û 2 dronan jî Helebce kiribûn hedef. Ji 28ê Sibatê ve di van êrişan de 8 kesan canê xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn.

Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar

(AY)

Kaynak: bianet

AKTÜEL