ANASAYFAKÜLTÜR SANATHunermend Emînê Erbanî koça dawî kir

Hunermend Emînê Erbanî koça dawî kir

Hunermend Emînê Erbanî (Mehmet Emîn Erden) ku li navçeya Qoser a Mêrdînê dijiya, koça dawî kir.

Erbanî di salên 90î de bi albumên xwe yên “Gundê Erban” û “Gundê Me” bi nav û deng bû, di muzîka Kurdî de bi rengî û dengê xwe xwedî cihekî taybet bû.

Her weha Erbanî ku nêzî 3 sal bûn nexweşîneke giran lê peyda bûbû, li nexweşxaneyeke taybet jiyana xwe ji dest da.

Erbanî ku di sala 1966an de li gundê Erban ê Qoserê hat dinê, bi navê gundê xwe Erban bi nav û deng bûbû.

(AY)

Kaynak: bianet

AKTÜEL