Bi hezaran şêniyên Rojava bi Kurd, Ereb û Suryan û pêkhateyên din, endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim oxir kir. Merasîma oxirkirinê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ve li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê pêk hat.
Siyasetmedar û nûnerên eşîran ên Kurd û Ereb, şandeyeke partî û tevgerên siyasî yên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê jî beşdarî merasîmê bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir.iye Piştre peyama Abdullah Ocalan a ji bo Salih Muslim hat xwendin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê hevserokê meclisê Ubeyd Etê axivî.
Etê axaftina xwe de bi bîr xist ku ne tenê gelê Rojava, lê parçeyên din ên Kurdistanê ji ber koça dawîn a Salih Muslim xemgîn bû. Etê di dawiya axaftina xwe de di dawiyê de got, dê şopdarên xeta şehîdan bin ta xeyalên wan bi cih werin.
Di merasîmê de endama Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Foza Yûsif jî axivî. Foza Yûsif sersaxî ji gelê Kurd re xwest û piştevaniya Kurdan li hemû aliyên Kurdistanê, ji Qamişlo, Hewlêr, Silêmaniyê, Amed û Mehabadê silav kir.

Pirtûkên Ocalan wergerandiye
Foza Yûsif anî ziman ku şehîd Salih Muslim ne tenê siyasetmedar bû, di heman demê de nivîsakr û wêjevanê Şoreşa Rojava bû, pirtûkên Abdullah Ocalan wergerandin da ku hişmendiya li Kurdistanê bi pêş bixe.
Foza Yûsif her wiha bi bîr xist ku şehîd Salih Muslim ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd têkoşîneke demdirêj kir û got: “Malbateke welatparêz, democrat û têkoşer ava kir. Zarokên xwe tev li şoreşê kir. Kurekî wî ji bo parastina Rojava ji çeteyên DAIŞê şehîd bû. Di heman demê de piştevanî doza jinan bû. Ji bo azadiya jinan û bidestxistina mafên wan û beşdarbûna wan kar kir.”
Foza Yûsif anî ziman ku ala kesk, sor û zer wê li ba bimîne û têkoşer bidome da ku hêviyên şehîdan pêk werin û mafên gelê Kurd di destûrê de werin nivîsandin.

Siyasetmedarên ji Başûr jî beşdarî merasîmê bûn
Di merasîmê de şandeyeke YNKê gurzên gulan danîn ser gora şehîdan û bi navê serokê YNKê Bafil Talabanî, Luqman Werdî axivî.
Bi navê siyasetmedarên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, siyasetmedarê ji Başûr Serdar Abdullah jî axivî.

Keça Salih Muslim, Perwîn Muslim jî axivî û spasiya rayedarên Başûrê Kurdistanê kir û soza domandina rêya bavê xwe da.
Di dawiyê de hevrê û hezkiriyên Salih Muslim cenaze ber bi bajarê Kobanê ve bi rê kir. Cenazeyê Muslim, li Kobanê wê bi merasîmekê were veşartin.
(AY)
Kaynak: bianet
