Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ragihand ku îro piştî nîvro bi dron û mûşekan êrişî Kampa Azadiyê ya li navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Kampa Azadiyê ya li navçeya Koyeyê malbatên pêşmergeyên PDK-Îyê dimînin.
Wî berpirsê pilebilind ê PDKÎyê ji Rûdawê got, “Êriş bi 5 dron û 2 mûşekan hatiye kirin.
Dron li nav kampê ketine û mûşek jî li cihên vale ketine.”
“Zerera canî çênebûye”
Çavkaniya Rûdawê derbarê zererên êrişê de got:
“Li gorî encamên destpêkê ti zererên canî nînin û şopandina me ya li ser bûyerê didome.”
Her îro Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ragihand ku li Dola Akoyanê ya li Hewlêrê jî ew hatine bombebarankirin û diyar kir ku “zerera canî çênebûye.”
Zêdetirî 294 mûşek û dron
Li gorî şopandina Rûdawê, ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve heta îro, bi zêdetirî 294 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Beşek ji van êrişan li dijî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yan jî kampên malbatên wan ên li Herêma Kurdistanê pêk hatine.
Rûdaw
