Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim, di 75 saliya xwe de duh (11ê Adara 2026an) li Nexweşxaneya Meryem Ana ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê koça dawî kir.
Cenazeyê gihişt Qamişloyê. Cenazeyê Muslim, ji aliyê welatiyan ve bi dirûşma “Şehîd namirin” hate pêşwazîkirin.
Ji bo Muslim dê sibe li Stadyuma Qamişloyê merasîma cenazeyê were lidarxistin. Piştî merasîmê dê ji bo definkirinê ber bi Kobanê ve were oxirkirin.
Wê heyetek ji DEM Partiyê jî beşdarî merasîmê bibe
Merasîma cenazeyê Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim dê di 14ê Adarê de li Kobanê pêk bê. Li gorî nûçeya Ajansa Welat heyetek ji Bakur jî dê tev li merasîma cenazeyê Muslim bibe.
Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevserokên DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûnûçar Ûçar û Keskîn Bayindir û nûner û rayedarên siyaseta Kurd dê di heyetê de cih bigirin.
BİANET
