ANASAYFAİKLİM KRİZİLi Amedê êrîşî gundiyên ku li dijî GES’ê li ber xwe didin...

Li Amedê êrîşî gundiyên ku li dijî GES’ê li ber xwe didin hat kirin: 16 binçav, 4 birîndar

Li gundê Arzoxli yê navçeya Sûra Amedê, jandarmayan êrîşî gundiyên ku naxwazin li ser zeviyên wan ên merayê projeya GES’ê bê çêkirin kir. Di encama êrîşê de 16 kes hatin binçavkirin û 4 gundî jî birîndar bûn.

Li gundê Arzoxli yê ser bi navçeya Sûrê ve, şîrketa bi navê ZENKAR-1 xwest ji bo projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) dest bi kolandinê bike. Gundiyên ku li qada merayê kom bûn, li dijî vê projeyê derketin û daxwaz kirin ku tîmên şîrketê ji herêmê derkevin.

Piştî ku xebatkarên şîrketê ji qadê dûr neketin, di navbera gundî û xebatkaran de rageşî derket.

Li ser rageşiyê, hêzên jandarmayê bi guleyên plastîk, gaza îsotê, ava şid û copan êrîşî gundiyan kir. Hat ragihandin ku di dema mudaxeleya jandarmayê de tundiyeke zêde hat bikaranîn û 16 gundî bi lêdanê hatin desteseririn.

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne:

Veysi Göğe, Cihan Göğe, Muhammed Göğe, Cevdet Özpınar, Sabri Arslan, Hamit Çiftçi, Mustafa Bey, Recai Bey, Erhan Karakaş, Cihan Kelle, Veysi Çiftçi, Hacı Çiftçi, Abdurrahman Çiftçi, Adem Çiftçi, Mehmet Demirel û Gurbet Çiftçi.

Di encama êrîşa jandarmayê de 4 gundî birîndar bûn. Hat hînbûn ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Gundî diyar dikin ku ew naxwazin qadên wan ên çandiniyê û merayên wan ji bo projeyên wiha werin talankirin.

/Çavkanî: MA/

Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel

AKTÜEL