ANASAYFAAKTÜELDEM Partî: Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite

DEM Partî: Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di navberdayina civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya xwe de tekildarî mijarên di civînê de hatinê nirxandin li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

Ayşegul Doganê anî ziman ku geşedanên di rojevê de mijarên civîna wan bûye û wiha axivî: “Nîqaşên li ser rapora hevpar berdewam dikin. Dûh jî Serokê Meclîse serdana partiya me jî kir. Serdana serokê meclise ya ji bo partiyên siyasî girîng bû. Serokê Meclise dûh jî derbarê rapore de diyar kir ku ew qonaxeke dîrokî ye. Lê ya girîng ew e ku serdem dê çawa be derbaskirin. Divê ew serdem bi demokratîkbûnê ve were derbaskirin û gavên şenber hewce ne.”

‘Pêvajoyê rast binav bikin’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd di çerçoveyke teng a ewlehiyê de nikare be destgirtin û wiha pê de çû: “Dema em ji gel re hevdîtinê dikin gel vê yekê dipirsê. Dibêje ‘Çima navê pirsgirêke rast nayê danîn?’ Li ser vê yekê şikestinên gel hene. Pirsgirêke ku hûn nekarin navê wê rast daynin hûn ê çawa çareser bikin. Gel dixwazê ji pêvajoyê bawer be. Ji bo wê jî hewcehî gavên şenber heye. Ji bo wê jî divê derxistina qanûnan bi derengiyê neyê xistin. Gavên pêwîst divê werin avêtin û divê demildest qanûn werin amadekirin.”

‘Divê gavên pêwîst demildest bên avetin’

Ayşegul Dogan bal kişand ser gotinên Serokkomar Erdogan ku derbarê raporê de gotibû, ‘Ne tenê metneke pêşniyariyê ye, di heman demê de belgeyeke dîrokî ye’ jî û wiha got: “Em jî wisa difikirin lê pêkanîna pêwîstiyên raporê di serî de berpirsyariya desthilat û hemû partiyan e. Divê pêşniyarên di raporê de hatinê kirin bên şenberkirin û bikin qanûn. Divê ji bendewariyên gel re bibin bersiv. Divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan demildest bên pêkanîn. Sepanên qeyûm bên rakirin. Ji bo van hewceyî derxistina qanûn nîne. Heke ew be kirin baweriya gel jî çêdibe. Ji aliyekî ve girtiyên siyasî û girtiyên nexweş dê di girtîgehan de bin û Lîjneya Çavderiya Girtîgehan dê biryarên keyfî bidin û qeyûm dê li ser kar bin ji aliyê din vê jî hûn ê bejin ‘serdemeke dîrokî ye.’ Dê çawa bibe? Divê sepana qeyûm bi tevahî bi dawî bibe.”

‘Divê derxistina qanûnan neyê taloq kirin’

Ayşegul Dogan diyar kir ku pêwîstî bi derxistina qanûnan heye û ev tişt anîn ziman: “Divê ji bo endamên rêxistinê yên çek berdane, divê bi awayekî qanûnî azadiya wan mîsoger dike werin derxistin da ku tev tevlî siyaseta demokratîk bibin. Cezakirin ne li gor rihê pêvajoye ye. Heke di çerçoveya ewlehiyê de ev pirsgirêk were destgirtin dê kêmasiyeke mezin rû bide. Entegrasyona Demokratîk di çerçoveya qanûnan de divê pêk were. Pêşniyara me ya qanûnê ya aştiyê amadeye. Dema hat, komîsyona me ya hiqûqê jî dê vê yekê ragihîne. Divê mijara derxistina qanûnan neyê taloqkirin. Rojeva serekê ya Meclise derxistina qanûnan e. Çima rojeva serekê ya Meclise ne ew e. Taloq kirin ji Tirkiyeyê dide windakirin. Weke DEM Partî em bang dikin ku pêşniyaran weke qanûn werin derxistin.”

Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê şert û mercên xebata azad a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêk were û axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye. Heza birêz Abdullah Ocalan a bi banga 27ê Sibatê û geşedanên piştî wê careke din derketiye holê hemû Tirkiyeyê dît. Ji bo wê jî divê şert û mercên azad a xebatên birêz Ocalan pêk were. Ji bo vê astengiyên hiqûqî divê werin derbaskirin. Ji bo birêz Ocalan bikare beşên cuda ên civakê re biaxive divê şert û merc bên amade kirin. Birêz Ocalan jî dixwazê ji beşên cuda yên civakê re biaxivê û beşên cuda ên civakê jî dixwazin. Rojnamegeran ji raya giştî re vêkirî pirsên xwe ji birêz Ocalan pirsin. Ji bo birêz Ocalan bikare misyona xwe pêk bîne û bi rola xwe rabe divê şert û mercên wî werin başkirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan derbarê nûçeyên têkildarî DEM Partiyê yên, ‘Dê nav û giraniya rêveberiyê biguhere’ derewand û wiha got: “Rojeveke me ya kongreyê tune ye û ev îdia ne rast in. Helbet em ê kongreyê bikin û ji nû ve ava bikin. Lê hê biryareke me daye tune ye.”

‘Tê payîn ku dê peyama birêz Ocalan niviskî be’

Ayşegul Dogan tekildarî salvegera banga 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de jî bi lêv kir ku ew dê bernameyekê li dar bixin û peyameke nû ya Abdullah Ocalan dê di vê bernameyê de were xwendin. Ayşegul Dogan anî ziman ku ew li bendê ne ku peyam li ser pêvajoyê û merhaleya ji niha û şûn vê be û wiha got: “Tê payîn peyameke ne bi dimen e, wê bi niviskî be.”

Ayşegul Dogan di dawiya axaftina de bang li hemû kesên demokrat ku çareseriyê dixwazin jî kir ku berpirsyariyê bigirin û nehêlin pêvajo ji nêzîkatiya kesekê re bimîne.

‘Mijara birêz Ocalan nikarin hewaleyî wezareteke bikin’

Ayşegul Dogan tekildarî pirsa, “Serokkomar Erdogan derbarê gotina Devlet Bahçelî ya ‘Divê statuya birêz Ocalan bê şenberkirin’ de got ku ‘Wezarete Dadê berpirsyar e. Hûn vê yekê çawa dinirxînin’ wiha bersivand: “Mijara birêz Ocalan nikarin hewaleyî ezaretekê bikin. Bi milyonan kes birêz Ocalan weke Rêberê xwe dibînin. Divê hemû astengiyên li pêşiya birêz Ocalan bên rakirin. Pêvajo bi bang û gavên birêz Ocalan li pêş ket. Birêz Ocalan dibêje divê li ser bingeha Civaka Demokratîk entegrasyon pêk were. Divê ew deng bigehije raya giştî.”

Ayşegul Dogan li ser pirsa merhaleya 2em a pêvajoyê jî got ku mabesta wan a merhaleya 2emîn ew e ku qanûn werin amadekirin û got ku divê ew yek neyê derengxistin.

Daxuyanî piştî pirs û bersivan bi dawî bû.

Kaynak: bianet

AKTÜEL