ANASAYFAKÜRDİSTANLi Amedê Ji Bo Zimanê Kurdî Banga Statu û Perwerdehiyê: Zimanê Me...

Li Amedê Ji Bo Zimanê Kurdî Banga Statu û Perwerdehiyê: Zimanê Me Rûmeta Me Ye

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meşeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî û mîsogeriya destûrî derket pêş.

Girseya ku li ber avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê kom bû, bi pankarta “Ji bo kurdî statu, perwerdehiya bi kurdî” ber bi Parka Koşuyoluyê ve meşiya. Beşdarên meşê bi dowîzên ku daxwazên perwerdehiya bi zimanê dayikê dihewandin û bi dirûşmên wekî “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî.

Li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê, nivîskar Rifat Ronî axaftinek kir. Ronî diyar kir ku ji avabûna Komarê û vir ve gelê Kurd ji bo statuya zimanê xwe têdikoşe û wiha got:

“Kurdî sebebê hebûna gelê Kurd e. Ev daxwaz heta ku neyê qebûlkirin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Li ser navê girseyê, mamosteyê zimanê kurdî Nuh Bozkurt metna daxuyaniyê xwend. Bozkurt bal kişand ser polîtîkayên înkarê yên sed salî û daxwazên bingehîn rêz kirin:

• Pêwîst e dewlet nêzîkatiyeke li gorî ruhê pêvajoyê nîşan bide.

• Zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û di bin mîsogeriya destûrî de bibe xwedî statu.

• Hemû astengiyên li pêşiya kurdî bi lezgînî werin rakirin û li gorî hiqûqa navneteweyî gav werin avêtin.

• Gelê Kurd divê di her qada jiyanê de bi kurdî biaxive û bi kurdî bijî.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çiğdem Kılıçgün Uçar jî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser xetereya li ser zaravayê Kirmanckî (Zazakî). Uçar destnîşan kir ku li gorî lêkolînan ev zarava bi xetereya windabûnê re rû bi rû ye û bang kir ku li dijî êrîşên li ser ziman divê bi hev re têkoşîn were kirin.

Uçar, girîngiya nêzîkatiya Birêz Ocalan a li ser ziman bi bîr xist û got:

“Dewlet divê di serî de ji bo kurdî statü û perwerdehiyê gavan biavêje. Zimanê me onura me ye, zimanê me hebûna me ye.”

Çalakî piştî axaftinan bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.

/Çavkanî: MA/

Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel

AKTÜEL