ANASAYFAKURDÎLi Bedlîsê Panela Ziman: Divê Kurdî Di Her Qadên Jiyanê De Bibe...

Li Bedlîsê Panela Ziman: Divê Kurdî Di Her Qadên Jiyanê De Bibe Zimanê Sereke

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li navçeya Tetwana Bilîs/Bedlîsê bi hevkariya MEDYA-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd panelek bi sernavê “Rewşa Perwerdehiya Kurdî” hat lidarxistin. Di panelê de bang hat kirin ku Kurdî bibe zimanê fermî û di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn.

Panel bi moderatoriya Bêrîvan Canbey Dûrsûnê hat birêvebirin. Di salonê de pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên demokratîk û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.

Di panelê de çar sernavên girîng hatin nîqaşkirin:

Nivîskar Faîk Taç bal kişand ser ferqa di navbera wêjeya devkî û nivîskî de:

• Wêjeya nivîskî li paş wêjeya devkî maye.

• Pêdivî bi hişmendiya “Kurdbûnê” heye; divê romana Kurdî wekî bingeha hebûnê bê dîtin.

• Rexne li bikaranîna Tirkî di jiyana rojane de girt û got: “Zimanê me di nav êgir de ye; divê em li malê, sûkê û bazarê bi Kurdî biaxivin.”

Nivîskar Orhan Sakçi behsa metirsiya li ser zaravayan kir:

• Hewldanên ji bo dabeşkirina Kurmancî û Kirmanckî hene.

• Bi taybetî Kirmanckî (Zazakî) bi xetereya jibîrkirinê re rû bi rû ye ji ber ku hewl tê dayîn ji Kurdî bê veqetandin.

Elîf Gemîcîoglû Yavîç girîngiya jinan di veguhastina çandê de anî ziman:

• Jin di dîrokê de hilgirên sereke yên ziman û çandê ne.

• Zimanê Kurdî bi saya dayik û dapîran heta îro hatiye parastin û gihîştiye nifşên nû.

Mamoste Abdulhekîm Kartal bal kişand ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê:

• Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye.

• Di civaka Kurd de metirsiya otoasîmîlasyonê (asîmîlasyona ku mirov bi destê xwe li ser xwe dike) heye û divê li dijî vê yekê di her qadê de Kurdî bibe zimanê jiyanê.

Panel piştî pêşkêşiyan, bi xwendina helbestên Kurdî ji aliyê Orhan Sakçi ve û piştre jî bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

/Çavkanî: MA/

Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel

AKTÜEL