ANASAYFAKURDÎLi Amedê etîketên bi kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

Li Amedê etîketên bi kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

Di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de, bi hevkarî û beşdariya Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Peyasê, Gerînendetiya Parastin û Pêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), li bazara Gazîlera Taxa Firatê ya girêdayî navçeya Peyasê etîketên biçûk û tabelayên bi zimanê Kurdî hatin belavkirin.

Di çalakiyê de, etîketên biçûk û tabelayên dikanan ên bi Kurdî li firoşkar û dikandarên li sûk û taxa bazarê hatin belavkirin.

Endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê, nûnerên Gerînendetiya Çandê, Komîsyona Ziman, Gerînendetiya Parastin û Pêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û rêveberên MED-DERê beşdarî çalakiyê bûn.

Armanca sereke ya çalakiyê zêdekirina hişmendiya zimanî bû. Ji ber vê yekê, etîketên cûr bi cûr li firoşkar û welatiyan hatin belavkirin.

Di nav wan de etîketên biha û navên sebzeyan bi Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî), her wiha tabelayên deriyan ên bi nivîsên “Vekirî – Girtî” û “Bi xêr hatin” jî hebûn û li dikan û kargehan hatin daliqandin.

Şandeyê bi dikandarên bazarê û welatiyên li wir re sohbet kir, guh da daxwaz û pêşniyarên wan û tekez kir ku parastina mîrateya çandî û bikaranîna zimanê dayikê di hemû warên jiyana rojane de, bi taybetî jî di qada bazirganiyê de pir girîng e.

Dikandar û welatiyên ku ji bo kirîn û firotinê li bazarê bûn, ji vê çalakiyê gelek kêfxweş bûn û eleqeyeke mezin nîşan dan.

Gelek kesan gotin ku çalakiyên bi vî awayî ji bo zindîkirina zimanê Kurdî di jiyana rojane de gaveke pir bi qîmet e.

(AY)

*Çavkanî û Fotograf: Ajansa Welat, MA

Kaynak: bianet

AKTÜEL