Îro 30 sal bû ku têkoşerê nemir Osman Sebrî ji nav me bar kir û çû!..
OSMAN SEBRÎ KÎYE
(05. 01. 1905 Narince- Kolik (Kahta)- 11.10 1993 Şam)
Di roja 05.01.1905 an de xwedê kurekî dide Sebrî Axayê Mirdêsiyan. Ew li gundê Narincê ya girêdayiya Kolikê li Semsurê (Adiyaman) hate dinê. Dema emrê wî bû 10-11 salî bavê wî Sebrî Axa diçe ser dilovaniya xwe. Li ciyê Sebrî Axa, apê Osman yê mezin bi navê Şikrî Axa wî kar û barên eşîra Mirdêsiyan bi rêva dibir. Dema Sebrî Axa mir dayîka Osman Sebrî bi apê wî Şikrî re dizewice. Şikrî Axa berê jî zewaca xwe yekemîn bi qîza Hecî Bedir Axa va kirî bû. Apê Osman Sebrî biçûkiya wî de rêvaberiya Mirdêsan çawa yê bi rêva bibe şanî wî dida.
Di aliyê dînde Osman Sebrî dest bi dibistanê jî kirî bû. Heya dibistana navîn xwen şûnde dixwest ku biçe dibistana leşkerî. Lê paşê dest bi dibistana mamostetiyê dike. Wînî di salên wî yên xort de dizewicînin.
Rojekê apê xwe Sikrî re wûsa dipeyîve:“Apo, ez mafê xwe yî erdê dixwazim bigirim. Ji bo vê jî para min bide min!“ Ap jê dipirse! Gelo erd hemî ya te ye! Ma parxwestin çiye! Osman Sebrî bersiva xwe wûsa dide: Apê min, para min ji min re gelek girîng e! Ez dixwazim para xwe bi gundiyan re parve bikim û tev bixwebitim. Apê wî Şikrî jêra dibêje: Tu dixwazê parê xwe bide gundiyan! Ew dibêje ez dixwzim gundiyan jî bikim xwedan zevî. Apê wî Şikrî bi hêrs dikeve û jê ra dibêje: Ma te ew aqilê xwe ji mamosteyê xwe yê Tirk sosyalîst girtiye!..
Di saxiya Osman Sebrî de li ser vê mijarê min bi wî re hevpeyvînek çêkirî bû. Di vê derbarê de ji min re wûsa gotî bû:“ Dema ez diçûm dibistana navîn mamosteyê min yê Tirk behsa gelan dikir. Digot hemî gel brane! Hemî gelên li cîhanê dijîn dikarin mafê xwe yî çareseriyê bi kar bînin. Ew maf ji bo Kurdan jî wûsa ye!..“
Ew gotinên mamoste hin caran jî bi helbestên Nazım Hikmet ve dihatin hûnandin. Rastî jî wî mamosteyî baweriya demokrasi û wekheviyê şanî min dayî bû. Wê şunde ez ji rêya axatiyê derketî bûm û ketî bûm rêya gundî û karkiran…“
Çawa ji sêpeya Tirkan xwe xelas kir, dûr û dirêj ji min re jî dubere kirî bû. Apên xwe Şikrî û Nûrî bi 16 hevalên xwe yên Kurd ve tên girtin! Di roja 24.06.1926 an de her du apên wî li Amedê têne bi dardakirin!..
Dema çendek car min Apê Osman Sebrî li Şamê dît, wî alîkariya tû hêzan nadikir. Ne endamê partiyan bû. Lê dilê wî ji bo şerekî çekdarî her digurmijî!.. Yekitiya hemî hêz û partiyên Kurd bi hevra karkirin dixwest.
Wî di wan salên xwe de welatekî azad û serbixwe dixwest. Di mala xwe ya awerte de ew xwedan mêvan bû. Mala wî ya wek dibistan de wî dersên Kurdî hînî zarokên Kurd dida. Xwendekarekî wî yê bi navê „Şivan“ heft salî re jî bûyî dost û heval. Dê û bavê Şivan ew dibirin mala Mamoste Osman Sebrî. Mala xwe her dem tijî mevan dibû. Hin hînî Kurdî dibûn, hinekan jî dixwestin wî binasin û baweriya wî ya polîtîk hîn bibin…
(Dîwana Osman Sebrî ya ji aliyê A. Balî ve yekemîm car amade
û ji aliyê apec ve çap bûyî ew e! Çapên din bê destûr tên belav kirin!..)
Hin Berhemên Apo Osman Sebrî yên çapbûyî ev in:
-Elfebeya Kurdî: di sala 1954an de.
-Bahoz: di sala 1956 an de.
-Derdên Me: di sala 1956 an de.
-Elfebeya Tekûz: di sala 1982 an de.
-Çar leheng: di sala 1984 an de .
-Di sala 1998 an de li Sweden bajarê Stockholmê Apec dîwana Osman Sebrî ya ji aliyê Awê Balî (Abuzer Balî Xan) ve hatiye amade kirin çap û belav kir. Min dixwest ku di xweşiya wî de dîwana wî bi dest wî keve. Ew xwesteka xwedanê dîwanê jî bû. Çi mixabin çapxanê ew xwestek dereng xist û paş mirina wî dîwan çap kirin…
11.10. 2023
Abuzer Balî Han
-Mamoste-