ANASAYFAHAK İHLALLERİLi Efrînê grûpên çekdar îşkence li pizîşkekî 70 salî kirin

Li Efrînê grûpên çekdar îşkence li pizîşkekî 70 salî kirin

Rêxistina Mafên Mirov a Efrîn- Sûriyê belav kiriye ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê û Artêşa Niştîmanî, di roja yekem a Cejna Qurbanê de Dr. Osman Henan ê 70 salî yê ji gundê Beidîna ser bi nahyeya Mabata ya Efrîn a Rojavayê Kurdistanê girtine, li wî xistine, îşkence kirine û dest danîne ser kelûpelên wî yên taybet û otombîla wî.

Osman Henan birayê rêveberê Nexweşxaneya Cîhan a Efrînê Sebrî Henan e. Osman Henan ji aliyê grûpeke 4 kesî ve ku otombîleke reş bi wan re bû, hatiye revandin, li ser rêya navbera Raco ew rawestandine, lêxistine û telefon û kelûpel û otombîla wî birine, ligel milyonek lîreyên Sûriyê.

Piştre ew avêtine kanaleke avê ya zuhabûyî, çekdarekî hewl daye wî bikuje lê yekî din nehîştiye û ew ji ser hişê xwe çûye, şivanekî ew dîtiye û ew veguhestiye Nexwşexaneya Cîhan.

Dr. Osman Henan ê 70 salî berî niha jî hatibû girtin û merivên wî 5 hezar dolar bo azadkirina wî dabûn.

RÛDAW

AKTÜEL