Ji 22 kesên ku di 8’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin hatibûn binçavkirin de 16 rojnamevan jê hatin girtin. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu ku dozgeriyê ew sewqî Dadgeha Sulhê ya Nobedar kirin, hatin girtin.
Rojnamevan Esmer Tûnç, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Malbat û rojnamevanên li pêşiya edliyeyê disekinîn bi berzkirina dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Berxwedan Jiyan e” biryar şermezarkirin.
MA