Ana SayfaGIŞTÎKURD Û MARKSÎZM

KURD Û MARKSÎZM

Heyamek hebû hemû tevgerên Kurdan xwe weke tevgerên Marksîst bi nav dikirin. Di vê pirsê de bi hevdû re ketibûn pêşbirkeke bêhempa. Her tevgerê li gora ramanên xwe navek dido li Marks zêde dikirin û digotin Marksîstên çak û pak em in! Ji bona ku kiryariyên xwe bidin pejirandin, çend pirtûkên elif be ji weke çavkaniyên sereke nîşan didan…

Şerefxan CIZÎRÎ / Hemû nivîsên ê nivîskar

Lê kesî xweşik, bi rêkûpêk nizabû çima Marksîzmê diparêzin. Hayê wana baş ji xebat û teorîyên Marks tunebû. Zanîbûn ku hinek peyamên Marks û Marksîzm bikêrî bındestan, zehmetkêş û kedkaran dihatın û hew. Lê bi haweyekî kûr nizanîbûn û agahdariyên wana li ser mijarên Marksîzmê wek felsefe, ekonomî, dîrok, sosyolojî bi kuranî tunebûn. Di wê demê de nifşên nû ji xwe re li tiştekî nû digeriyan. Hemû kesan rê û rêçikên nû ji xwe re ditîn. Li himberiya kevneşopîya civaka Kurdan serhildanek hebû. Dem wilo lê hati bû, çepitî û Marksîzm bibû mode û tevgera Kurdan ya siyasî ji li gora modê dimeşiya. Lê eşkereye ku teorî û dîtinên Marks sedsalî biderengî hatibûn Kurdistanê!..

Ji ber wan sedeman hinekan Marksîzm tenê bi tevgera netewî ve girêdidan û li gora vê rastiyê helwestên xwe zelal dikirin. Marksîzm weke rizgarbûna netewa Kurd li pêşiya xwe datanîn û têgehên xwe jî wilo pêşkeşî civata Kurdan dikirin. Nêrînên wana bi pıranî tenê netewî bûn û li ser pirsa rızgarıya netewî dıtınên xwe zelal dikirin.

Hinekan enternasyonalîzm û kozmopolîtîzm bi hevdû re dibin navê Marksîzm de pêşkêşî civatê dikirin û dibûn biyanîyê netewa xwe! Navên gund û bajarên Efrika û Latin Emerika jî dizanîbûn, dîroka Filistînê jiberkiribûn, lê Kurdistan nasnedikirin! Serok û reberên tevgerên navnetewî, nav û rêxistinên wana hemû zanibûn, lê serokên dîroka Kurd û Kurdistanê nasnedikirin…

Gava ku te navê herem û eşîrên Kurdan bigotana, digotin qey navê teyrik û tilûran e! Hinekan dixwestin Marksîzmeke Kurdî ava bikin lê tekûzbûn û zanebûna wana têre vê yekê nedikir. Ew ji bi wextê re ketin nava qerqeşûnên rojane, pêşketinên sîyasî jî derfet ji vê mebestê re nehiştin…

Piştî ku leşkerên Tirkan 1980 an de desthilatdarîya dewletê kirin bin destê xwe, helwest û armancên tevgera Kurdan jî hatin guhertin… Piştre Sîstema Yekitîya Sowyet têk çû… Hinek lîberalên sergêj digotin dawîya dîrokê hatiye!

Ev ji bû sebebê ku Kurd lêgerina xwe ya Marksîzmê têxin kewaran. Ne dev jê berdan û ne ji baş xwedî lê derketin. Ango Marksîzma ku Tevgera Kurdan bi timamî ji tevgera çepên Tirkan fêrbîbû, gelekî zû vemirî… Gelek tiştên ku Kurd ji mamostên xwe yên Tirk fêrbibûn zêde bikêrî doza me nedihatin. Çavkaniyên me di vî warî de gelekî alikarîya me nedikirin. 

Çepên Tirkan ji Marksîzmê bêtir nasyonalîzmeke Tirkî, nasyonalîzmeke serdestan diparaztin û ev ji dibû çavkaniya sereke ji bona tevgera Kurdan re. Dı nava wana de cudakariya Kurdan ji Tirkan weke sucekî dihate nırxandin. Dıtinên wana bi piranî şoven bûn. Hişmendiya Kurdan dagirkiribûn. Mirovên ku nizanîbûn di wextê xwe de çima bûne Marksîst, bi wextê re nizabûn çima Marksîzm terk jî kirin!  Mirovê ku bahweriya wîna ne tebût be hergav dikare hicetan ji bona bêbahweribûna xwe biafirîne! Êmê jî wilo li wana hatibû.

Bi haweyekî din em dikarin wilo bibêjin; encamê destpêkek lawaz bi demê re bibû bidawîbûna têkçûneke dîtinên lawaz. Ango mirov çi çandi be, mirov çi bizir avêtibe erdê, ji xwe mirov encamê wî bi dest dixîne!

Ez dixwazim bala we bi kurtî bikişînim ser ve rastîya hane; tevgerên Kurdan ne mecburin hemû çep û Marksîst bin. Kî çi be bila ew be! Hemû kes azad e ku bîrdozî û xeta xwe ya sîyasî hilbijêre…

Gotina min li vir ji bona mirovê ku xwe weke Marksîst, weke sosyalîstên Kurd binav dikin; Berî hemû tiştî divê em li koka Marksîzmê vegerin û ji nû de referansên xwe avabikin. Tenê di vî warî de çavkaniyên rast dikarin rê li pêşiya me vekin. Çavkanî ji bi rastî divê çavkanî bin! Ma mirovê ku bixwaze mislimantiya rast fêr bibe, ne divê çavkaniyên xwe rast hilbijêre? Heta ku em li gora temtêl, têgêh, bingêh û nêrinên Marksîstî li ser civata Kurdistanê hûr û kûr nebin, taybetmendîyên civata xwe baş fêr nebin, emê nikaribin bibin Marksîstên Kurd jî…

Ji bona ku mirov bibe Marksîstên baş divê pêşî em çar xalên bingehîn ji xwe re bikin stûnên ramanweriye;

Tevger û helwesta kedkaran li Kurdistanê û Dinyayê. Bi tevahî tevgerên ji bona azadkirina mirovan û azadkirina netewan. Hemû cûre çand û zanyarî li ser civatan. Pratik û teorîya sosyalîzmê.

Gava ku em weke Marksîstên Kurd li ser wan her çar xalan baş hûr bibin, emê wê çaxê karibin Marksîzmeke serbixwe li welatê xwe avabikin. Ya na ewê tim mamostên bîyanî bixwazin rebêrîye ji Marksîstên Kurdan re bikim û me tûşî ser şaşîyan bikin.

Divê em bi xwe Marks û Marksîzmê fêr bibin û vê zanistîyê bi rastîya Kurdistanê re bênder bikin. Divê Marksîzm û rastiyên Kurdistanê li hevdû bibanin. Divê em xûra xwe bi destê xwe bixûrînin!

Ji ber vê yekê jî hewcedarîya civata Kurdistanê bi Marksîzmeke ku karibe pêşkêşiyê ji wana re bike heye. Divê em li Marksîzmê vegerin û ramanên birêk û pêk biafîrînin.

Yên ku di nava me de daxwaza wana ev be, bila vir de werin!..

Gava ku mirov dibêje Marksîzmeke Kurdî gelek kes dikarin vê yekê şaş fêm bikin. Ji ber ku li gora hinek têgihiştinên çewt Marksîzm tenê dikare gerdûnî be. Lê li hemû deveran divabû Marksîzm weke hevdû bihata fêmkirin. Ziman, mînak, sîyaset, gotin, analîz, dîrok, ekonomî, kultur, şerê çinayetî hemû tişt weke hevdû dihat fêmkirin. Lê divê mirov zanibe ku Marksîzm ne fabrikasyona fikir û ramanan bû. Ew dikaribû ji civakan re bibûya jêderkek nûjen. Lê Marksıstên hemû welatan heta nûha, bi taybet li erdnigarıya me ditînên hevdû qopya dikirin. Dogmatîzma Marksîzmê jî wilo pêş de çûbû…

Ev dîtin ji serî de şaş bû.

Rast e, Marksîzm gerdûni bû. Di vir de şik tune bû. Weke hemû metod û teoriyên zanyarî Marksîzm jî ji bona hemû civatan derbas dibû. Ma di Marksîzm de ideolojî û sîyaset tuneye? Ma ev ji nê şênber bûn? Hemû kes dizane ku îdeolojî û sîyaset bi alavên heremî û netewî bi pêş de diçûn. Em hemû baş dizanın ku rengên hereman û netewan cuda bûn. Ziman û kevneşopîya wana cuda bûn. Sazî û perwerdebûna wana cuda bûn. Mentalite û kesayetîya wana cuda bû. Belê, dibin sîwana gerdûniyê de gelek tiştên şênber hene ku ji hevdû cuda bûn.

Marksîzma Kurdî di wan xalan de dikare Kurdî be û taybetmendiyên civaka Kurdistanê bide der.

Hilbet ev taybetmendiyên Kurdistanê wê di nava pêwendiyên gerdûnî de pêş de biçûna.

Ango Marksîzmeke Kurdî wê him Kurdî be û him jî gerdûnî be. Metodê diyalektîkî ev e. Ev Marksîzm wê tiştên tevahî bixe tevgerê û dakeve nava kûraniya Kurdistanê. Dûra li Kurdistanê wê tora xwe biavêje nav çem û golan û masîyan ji binê avê derxine ser rûwê erdê. Wê çaxê Kurdistan wê bibûna bêndera ramanên Marksîstî. Kurdan wê li ser ax û dîroka xwe ramanên Marksîstî bistrana.

Dûra dîsa wê berê xwe bidana tiştên tevahî… Em baş dizanin ku metodê Marksîstî metodêkî zanyarî ye. Ev rastî divê herdem bê dubare kirin.

Mînak: Materyalîzma dîrokî û metodê dîyalektikê li Çînê û Maçînê ji gelekî nêzîkî hevdû ne. Hinek qategoriyên Marksîstî hene li hemû deverên dinyayê bêproblem rê pêş mirovan dikin. Heta nûha ev metod û teorîya hanê wilo pêş de çûbû. Lê ma ku mirov analîz û pratîka civata xwe, dîroka xwe ya şênber, kulturê xwe yê bi taybet bi destê mirovên xwe pêş de nebe, bi zimanê xwe sîyasetê neke, ewê zanebûn çawa derkeve ser rûwê erdê! Bi hemû haweyan wê zanebûna spesıfîk li Kurdistanê çawa derkeve pêş?

Ji ber van sedaman bi navê netewe û civatan ekolên Marksîstî pêyde bibûn; weke Austro Marksîzm, Ekola Franfurt, Marksîzma Rojava, Marksîzma Îtalî, Ya Rusî, Ya Fransî ûhw…

Taybetmendiya wan ekolan afirandina zanebûnê li ser civata wana bû. Marksizm li welatê xwe, li cografya xwe, di civata xwe de, di avakirina îdeolojî de, di afirandin û analîzkirina berhemên hunerî de ev Marksîzm piralî realîze bibû. Geş dibû û rê li pêşîya mirovan vedikir, barê sîyasî û îdeolojî hêsanîtir dikir.

Hemû ramanwerên ku di dîroka Marksîzmê de navê wana derdikeve pêş, mirovên ku Marksîzm li gora şert û mercên xwe bi xwîn û goşt kirine. Analîzên şênber li ser rewşên şênber kirine! Nav û xebata wan mirovan rengekî dewlemend daye Marksîzmê. Ji bona mînak Antonio Gramchi û gelek ramanwerên Îtalî, Otto Baure, Karl Rennar, Max Adlerê Avusturyayî, Plechanov û Lenînê Rusî, Mao ye Çînî, Karl Kautskî û Roza Luksembura Almanî, Altusserê Fransî… Bi sedan ekolên Marksîstî ku ev teorî, metod, sîyaset û ideolojî dewlementir kirin hene.

Lê tevgerên Kurdan bi taybetî li ser sifra hazir runiştin û berî ku têr jî bixwin lingên xwe li sifrê xistin! Tevgerên Kurdan zanebûnên taybet, yên ku bi metodên Marksîstî hatibûn meyandin, zêde pêş nexistin. Sîyaseta rojanê û nakokiyên navxweyî bûne asteng li himberî ku Marksîzmeke Kurdî pêşbikeve. Gava ku baran li Moskova, Peking û Tiranê dibariya, gelek Kurdan sîwana xwe li Kurdistanê vedikirin!

Belê, mirov hilbet dikarê lîsta wan navdaran, astengan, pirsgirêkan û ramanweran hîna dirêjtir jî bike, lê hewce nine. Ev tenê ji bona ku navê Marksîzma Kurdî şaş neye fêmkirin, me ev derxistin pêşberî çavan. Marksîzmeke Kurdî divê berî hemû tiştî li ser rastiyên welatê xwe tevger bike. Taybetmendiyên Kurdistanê derxinê pêş û li ser civata Kurdan hûr û kûr bibe.

Ji bona mînak; li Kurdistanê bi hezar salan civata Kurdan li ser bingehê civatekî eşirtî birêve diçû. Em baş dizanin ku civata eşirti him Kurdistan ji asimîlasyon û têkçûnê parastin û him jî di heman wextê de bibû kospek li himberî yekitiya Kurdistanê jî! Di vê mijarê de xebatên bingehin û bıkêrhatî hîna jî nehatine kirin.

Dîsa em baş dizanin ku tevgerên Kurdan bi zimanê dagirkeran sîyaset li welatê xwe meşandin. Ev zimanê dagirkeran di nava sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan de travmayên psîkolojîk derxistin pêş. Li ser navê Kurdan dipeyîvin, sîyaset dikirin, karê rewşenbîrtiyê dimeşandin lê girêdayîya wana bi welat wana re zêde tunebû. Ne li ser axa welatê xwe bişkıvîbûn. Di welatê xwe de weke mirovên biyanî bûn. Weke teyrê xerib bûn. Ma gelek ji me hîna ji ne wilo ne gelo? Zimanê Kurdî tucara nebû zimanê sereke di sîyaseta Kurdan de. Di vî encamî de Kurd ji edebiyat, kultur, ziman û exlaqê Kurdî dûrketin…

Dîsa em baş dizanin ku me tixubên diyarkirî di navbêna rastîya welatê xwe û sazî û dezgehên dagirkerande baş zelal nekirin. Ji bona mînak; Em Kurd çima diçin parlamentoya dagirkeran? Ev pêwendîya hanê li gora sîyaseta rojane hergav hatiye guhertin. Lê divê em di vê mijarê de bibin xwediye helwesteke tebût û hemdemî. Mebesta tevlêbûna Kurdan divê baş zelal were formulekirin û ji berjewendiyên şexsî dûr bikeve, bibe helwesteke netewî. Divê mirov baş zelalbike bê Kurd di kîjan şert û mercan de dikarin biçin paralementoya Tırkan.

Pirsgirêka aşitiyê, demokrasîye, şerê çêkdarî, sîyaseta legal, pêwendî bi mentalîta dagirkeran re, xwezayîya welatê me, dîrok û şaristanîya Kurdistanê û gelek pirsgirêkên din divê bi metod û teoriya Marksîzmeke Kurdî werin hûnandin.

Li welatê me Marksîzm heta nûha qaqilekî bê dendik bû. Divê Marksîstên Kurdan vî dendikî gav bi gav raxin ber çavan û naveroka wêna têr û tije bikin!

Sosyalist Mezopotamya Sayı: 8

Tüm sayıların PDF formatları aşağıda

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 1 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 2 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 3 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 4 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 5 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 6 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 7 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 8 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights